Serrûpel Nûçe Di navbera pêşmerge û polîsên Îraqê de şer derket

Di navbera pêşmerge û polîsên Îraqê de şer derket

Belav bike

 Li gor nûçeya Xendanê, duhî (16/11/2012) danê sibê li bajarokê Dozxurmato yê bi ser bajarê Kerkûkê ve di navbera pêşmerge û polîsên Îraqê de şer derketiye. Li gor berpirsê bazina Hemrînê û cîgirê malbenda 11’ê ya YNK’ê  Mele Kerîm Şekor ji jêderê re ragihandî, di encama vî şerî de 6 polîsên Îraqê birîndar bûne, pêşmergeyek jî birîndar bûye û her weha welatiyek jî jiyana xwe ji destdaye. Her weha Şekor dibêje ku sedema ‘çêbûna wî şerî bi sedema istivzazkirina pêşmergeyan bû ji aliyê ew hêzên Îraqê ve.” Her weha got ku heta astekê aramî heye û berpirsên îdarî yên navçeyê hewl didin pirsê çareser bikin.

 

Avestakurd