Serrûpel Nûçe “Em dikarin navbeyniya DBK û Tirkiyê bikin“

“Em dikarin navbeyniya DBK û Tirkiyê bikin“

Belav bike
Hevserokê Partiya Aşîtî û Demokrasiyê (BDP) Selahattîn Demîrtaş, îro li meclîsa Tirkiyê, di komcivîna partiya xwe de axifî. Demîrtaş li ser mijarên wek grevên birçîbûnê, şêrê di nav Îsraîl û Filistînê de û bûyerên ku li Kurdistana Rojava diqewimin sekinî.
Demîrtaş, di beşa axaftina xwe a derbarê Kurdistana Rojava de diyar kir ku, pêwiste Tirkiye bi Kurdên Rojava re di nav têkiliyan de be û bang li hikumeta Tirkiyê kir ku, bila Desteya Bilind a Kurd (DBK) daweta Tirkiyê bikin. Demîrtaş got, “ger ku were xwestin, em amadene ku navbeyniya DBK û Tirkiyê bikin.”    
Hevserokê BDPê Demîrtaş, îfade kir ku baweriya wî bi hikumetê tine ku guherînên bingehîn pêk bîne. Demîrtaş, pêşniyara hikumetê kir ku, ji bo ku xetere berteref bibin, di demeke kin de qet nebe 3 gavên pêwîst bila bavêjin; rakirina tecrîda li ser Ocalan, bi pakêta demokrasiyê pêşî ji siyaseta demokratîk re vekirin û destpêkirina mizakereyên zelal. 
Demîrtaş li ser banga Erdogan a ku li Misirê kiribû û gotibû, bila him Îsraîl him jî Hamas çekan berdin, got, hûn di vê mijarê de mafdar in, lê çima ku em dibêjin bila dewlet û PKK çekan rawestînin hûn bertekan nîşan didin. Ku Netenyahu rabê û bibêje, bila Tirkiye hesabê Roboskiyê bide, hûn ê karibin çi bibêjin…