Li gor agahiyên hatine bidestxistin, îro li dema komên çeteyan xwestin derbasî nava bajarê Serêkaniyê bibin Yekîneyên Hêzên Parastina Gel beramber wan sekinîn û di navbera aliyan de pevçûn derketin. Çeteyên çekdar neçar man paşve vekişin. Ji aliyekî din ve dema komeke din dixwest ji ser sînor derbasî Serêkaniyê bibe dikeve kemîna Yekîneyên Hêzên Parastina Gel de û neçar dimîne paşve vekişe. Di encama van pevçûnan de 9 çeteyên çekdar hatin kuştin, 3’ê tirimbêlên wan hatin şewitandin û endamekî parastina gel jiyana xwe ji destda. Paşê leşkerên dewleta Tirk bi top û guleyên hawanê êrîşî bajarê Serêkaniyê kirin. Her weha li gor agahiyên gihiştin Avestakurd, di nava van 4 rojan de zêdeyî 200 ciwanên Kurd tevlî refên YPG’ê bûn.
Avestakurd