BBC’ya Tirkî, di derbarê rewşa Kurdên li Suriyê de lêkolînek kiriye. Li ser navê BBC’yê Mahmud Hamsîcî lêkolîn çêkiriye. Di vê xebatê de nêrînên Serokê PYDê Salîh Muslîm jî hatine girtin. Tê gotin ku şerê di navbera hêzên rejîmê û mixalifan de her diçe kûrtir dibe lê Kurdên Suriyê gav bi gav bi Kurdî perwerdehiyê pêşdixînin û rêvebiriya xwe pêk tînin.