Duhî (10/12/2012) Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo dîtin û şopandina rewşê ji nêzîk ve li danê sibê serdana hêzên pêşmerge yên li deverên Dobiz, Leylan û Qerehijîr kir. Serok Barzanî piştî xwarina nîvro bi pêşmergeyan re, li ser cihên hêzên pêşmerge geriya. Li gor agahiyên hatine bi destxistin, Serok Barzanî dig era xwe de ji hêzên pêşmerge xwestiye “Bila pêşmerge amade bin. Ger şer qewimî kêmaniyê nekin.” Her weha Serok Barzanî der barê mayîn û nemana hêzên pêşmerge li van deveran de gotiye “Heta ku alozî heye û çareser nebe pêşmerge dê bimînin.” Û gotiye jî “Divê xala 140 ya destûrê were cî bi cî kirin.” Serok Barzanî teqez li wê yekê jî kiriye ku ew şer naxwazin,
Avestakurd