Serrûpel Nûçe “Roj bi roj tendirûstiya Talabanî baştir dibe”

“Roj bi roj tendirûstiya Talabanî baştir dibe”

Belav bike

Berdevk û endamê polîtburoya YNK’ê Azad Cundiyanî derbarê tendirûstiya Talabanî de ji Rûdawê re axivî û wiha got: “Her roj tendirûstiya birêz Talabanî ji roja pêştir baştir dibe.” Cundiyanî bal kişand ser wê yekê ku çareseriyên Talabanî bandorekî pir baş hebû.

Dûşema borî rewşa tendirûstiya Celal Talabanî xira bû û bi awayekî lezgîn li Bexdayê ji bo nexweşxaneyê hat veguhestin. Piştre bi firokeyekî taybet ji bo çareseriyê bo Almanya hat veguhestin.

Endamê polîtburoya YNK’ê û parêzgarê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm ku li Almanya ligel Talabaniye, ji PUKmedia re wiha got: “Tîma pijîjkan a çavdêriya tendirûstiya serokomar dikin, keyfxweşiya xwe derbarê başbûna rewşa tendirûstiya Talabanî de anîn ziman. Bi wî awayî hemû endamên laşê wî kar dikin û di vî warî de ti pirsgirêkên wî nîne.”