Meleyê Efrîkaya Başûr Muhsin Hendrick, ku bi xwe jî mirovekî hevezayend e, diyar dike ku Qur’an ne li dijî hevezayendiyê ye. Hendrick hevpeyvînek daye malpera Kaos GL û di hevpeyvîna xwe de, di mijara hevezayendiyê de wiha gotiye: “Piştî lêkolînên min, min ferq kir ku Qur’an ne li dijî hevezayendiyê ye. Çîroka Sodom û Gommora, ji hevezayendiyê wêdatir, di derbarê tecawuz, îstismar û mêtingerîyê de ye.”
Dadgeha Bilind a Misilmanên Efrîkaya Başûr, di derheqê Muhsin Hendrick de fetwa daye. Hendrick diyar dike ku gellek meleyên heteroseksuel jî wek wî difikirên lê ji ber ku naxwazin rexneyan ji cemaatên xwe bigrin, fikr û ramanên xwe vedişêrin.
Meleyê hevezayend Muhsin Hendrick, damezrînerê koma misilmanên hevezayend yê bi navê Inner Circle ye. Berî eşkere kirina hevezayendiya xwe, li 3 mizgefta dixebitî. Piştî eşkere bûna hevezayendiya wî, ji wî hate xwestin ku îstifa bike. Hendrick îstifa dike û diçe Johannesburgê. Qasî 6 sala li wira di mijara Îslamiyet û hevezayendiyê de lêkolînan dike.