Serrûpel Dosya Kurdistana Rojava û sînemaya penaber

Kurdistana Rojava û sînemaya penaber

Belav bike
 

   

  Hunerê heftem, ango sînema, berî her tiştî zimanek huneri ye, alavek payebilind a derbirîna huneri ye. Sînema ziman, wêne, mûsîk û liv e. Evin alavên hemaheng ên derbirîna jîwar u nasnamyê. Her wiha, sînema alavek ragihandin, têkilî û dan û standinê ye. Ji sedema van hokaran, her dem dagîrkerên Kurdistan hewil û bizavên xwe kirine da ku sînemayek kurdî cî negre, da ku ew nebe wêneyê jîwar û nasnameya gelê Kurdistan di platformên navnetwî û cîhanî de. Rêvekirin li pêş hunera kurdî, û bi taybet li pêş sînema, rêvekirine li pêş nasname û azadîya gelê Kurdistan.

  Tevlî van nîrên zor û dijwar, hin behremendên kurd karîbûn dîwar û astengên dagîrkeran derbas bikin û bingehên damezrêner ji sînema kurdî re danin. Berztirîn pêşîvanên vê serkeftinê derhênerê bi nav û deng Yelmaz Gunay ye, ê ku bi bavê giyanî yê sînemaya kurdî tê bi nav kirin.

Di sersiya rewşa miletek bindest de, sînema na mîne tenê alavek seyrkinê lê belê dibe nameyek calak ji bo gihandina deng û rengê milet û welatekî.

  Li Sûriya, ji dema damezrandina dewletê ve, û bi taybet piştî ku rêjîmên tuxum perest bi darê zorê desthilat wergirtin, hemû rengên derbirîna nasnameya kurdî bi tundî hatin qedexekirin, di nav de jî hemû coreyên derbirîna rewşenbîrî. Eger hindek coreyên hunerî, mîna saz, sitran, wênekêşan, peykersazî û wênesazî hunerin tekane binin, lê belê hunera sinemayê giringî bi karê komel heye. Giringî bi pir amûr, kes, cîgehên wênekêşanê û salonên temaşekirinê heye. Ji bilî aliyê diravî. Ji ber van sedeman, peydabûna sînemaya kurdî li Sûriya pir zor bû û behremendên kurd, çi nivîskar, çi lîstikvan û çi jî derhêner, neçarbûn ku bi zimanê erebî tevlî dirama û sînemaya sûrî bibin. Yekemîn û bingehîn bizav, heweldan û gavên danîn a kevirên avakirina sînamaya kurdî li dervî welêt, li penaberiyê serî hildan.

   Derhênerê kurd Mano Xelîl rolek pêşng di vî warî de leyîstiye. Piştî bi dawî anîna xwendina xwe li Şamê, ew diçe welatê Çîkosilovakiya û li wir, ji sala 1986 an ve, dest bi xwendina derhêneriyê dike û di sala 1993 yan de bi dawî tîne. Di dema xwendina xwede çend kurte film û fîlmên dêkomentarî cîbicî tîne. Di sala 2003 yan de, yekemîn filmê dirêj, bi navê xewnên rengîn, ji berhemdan û derhênan a xwe cîbicî kiriye. Her wiha, gelek fîlmên din mina: Anfal bi nave xwedê, Beis û Sedam, Davîd Tolhildan, Cihê ku xwedê lê diraze û Kala. Bi dehan xelat di fêstîvalên navnetwî de wergirtine, mina xelata bînerên ciwan a xwendekaran li Çîkosilovakiya, xelata baştirîn mûzika wênegirî ya fîlmê xewnên rengîn li Bêrn, xelata yekîtiya nivîskarên Siwîsra,  Mîdeleya şahjin Bêrta û ji bilî wan jî.

Filmê Anfal fîlmek xurû kurdiye. Bi zimanê kurdî, kesên zulm û zordariya rêjîma Beis a hovane tam kirine li ser êş û janên xweyên dijwar daxivin. Kesên ji komkujyên Anfalan rizgar bûne dîtin nameya xwe pêşkêş dikin. Her wiha, film li ser babeta keçên kurd ên dîl hatibûn girtin û hinartin berve welatê Misrê di raweste.

  Derhêner Ekrem Heydo, ji hêla xwe ve, wek derhênek ciwan, riya wxe di cîhana hunera heftem de di qelêşe. Ekrem ji bajarê Serê kaniyê ye, derhêneriya sînemayî li bajarê Dortmond ê Almanî xwendiye. Piştî çend fîlmên kurt û fîlmê xwe yê yekemîn ê dirêj ( Zarokên bê serûşûn ), fîlmê Helbçe yê dêkomenterî derhênaye. Filmê Helbçe di nêzika 20 fêstîvalan de beşdar bûye, ji Amed ta Berazîl, London û Almaniya. Di fêstîvala Kendavê de, xelata baştirîn fîlmê dirêj û her weha baştirîn derhênan wergirt.

Lewend Omar, navek dine di warê derhênerîyê de. Ewî xwendina wênegiriya sînemayî li Kûba yê kiriye û paşê li welatê Elmaniya xwendina xwe domandiye. Di filmê Rondikên Pêxal de, rexneyê li civaka kurd digire, ew babeta kêferata di navbera du nifşan û du çandan de ronî dike, nifşê kevin û yê nû, çanda gundewarî û ya bajarvanî. Her wiha, li ser rewş û jîwarê jina kurd radiweste û derdên wê yên civakîna hingavtin û danemêriya bi darê zorê berçav dike. 

Şiyar Ebdi, Di filmê Meş de, çîrokek jîwarî pêşkêş dike. Çîroka kesekî ku dînîtî, jîrbûn û mêrxasî di kesatiya xwede ber hev dike û têkiliya wî bi zarokan re. Bûyer li bajarê Nusêbînê di qewimin. Xelilo, bêdeng, li pêş avahiya deletê di meş da ku qedexekirina zimanê kurdî şêmezar bike û hêviyên paşerojê di çavên zarokan de dibîne. Piştî derba leşkerî ya di sala 1980 yî li Turkiya diqewime, çûn û hatin tê qedexekirin û jiyana Xelîlo û zarokan di keve bin metirsiyê de. Lê pirs û bûyer vekirî dimînin.

Filmê Meş, yekemîn car li fêstîvala cîhanî ya salane li bajarê Bosan li Kûriya bakur, di sala 2011 an de, hat temaşekirin. Di fêstîvala Suleymaniyê de, li Kurdistana başûr, Şiyar Ebdi wek baştirîn derhêner hat bijartin. Her wiha, di fêstîvala Pirteqala Zêrîn de, li bajarê Antakiya, li Turkiye, fîlmê Meş çar xelat wergirtin.

   Filmê Meş di pir fêstîvalên din ên cîhanî de beşdarbûye, mîna Fêstîvala Londonê û ya Romayê. Her weha xelata Obîda ji Eapaniya wergirtiye.   

   Piştî şoreşa Sûrî, çar derhênerên kurd çar fîlman amede dikin. Fîlmên Ekrem Heydo, Dyar Ebdî, Ekrem Keroş û Teymûrê Evdikê li ser rewşa kurdên Sûriya di nav şoreşê de di rawestin. Yek ji van fîlman çîroka şewata sînemaya Amûdê berçav dike. Hêjayi gotinê ye ku di 13 / 11 / 1960 an de, 250 şagirtên dibistanan di sînemaya bajarê Amûdê de hatin sotin.

   Weha xwiya ye ku ezmûna sînemaya Kurdistana rojava di qûnaxa destpêk û xwe avakirinê deye û ew li welatên penaberiyê hatiye damezrandin. Dahênerên wê li pirtir ji welatekî xwendina û ketine bin bandora  dibistanên cuda de. Ji lewra jî hîn qelse û bertenge. Nasnameyek taybet, zelal û rûniştî ne wergirtiye . Pêşketin û cîgirtina wê ne tenê bi azadî û serkeftina miletê kurd li Sûriya, lê belê bi pêşveçûna hunerê sînemaya Kurdistan bi tevayi ve jî girêdayi ye.    

Hûsên Omar: Nivîskar û wergêr

Kovan_omar@yahoo.com