Mujde Ar, aktrîsa sînemaya Tirkiyê a bi navûdeng, li ser ekranên Haberturkê, bi Dîdem Arslanê re axifî. Mujde Ar, di mijara qetilkirina sê jinên Kurd û pirsgirêka Kurd de fikr û ramanên xwe anîne ziman. Lîstikvana sînemayê diyar kir ku, ew piştgiriyê dide pêvajoya aşîtiyê. Dîsa di mijara sersaxî xwestina parlementerê Dêrsimê yê CHPê Huseyîn Aygun de jî got, “Ez Kemal Kiliçdaroglu kêm û qels dibînim. Ez piştgiriyê didime helwesta Aygun.”
Lîstikvan Mujde Ar, hestên xwe wiha parve kirin, “li ber çavane ku qeleşiyeke mezin e. A rast raboriya wan jî pirr nizanim lê, çi dibin bila bibin sê jin, sê mirov in wana. Ez dizanim ku Sakîne Cansiz li Amedê girtî maye. Ez serdana şînê a Aygun jî destek dikim. Ger ez xelkê herêmê bûma ez ê jî biçûma sersaxiya wan. Heta ez dîsa dixwazim biçime merasîma cenazeyên wan… Divê ev şera bi davî bibe. Ez perwerdehiya bi zimanê dayikê jî destek dikim. Ez dixwazim ku gelê Kurd bibe xwediyê hemû mafên xwe.”











































