Ji haziran çêtir nebe, kevnehevalekî min ê li Berlînê wan rojan ji min ra têlefonê vekir. Bi vekirinê ra min gotê; „roj baş!“
Bi rojbaşa min ra, çend sanîye şaş û mat ma û got: „Heval belkî tu bawer nekî ev demeke dirêj e ez taze dengê rojbaşê dibihîzim!“
Ez jî heyîrim. Ji vê gotina ku em ewqas „hez“ jê dikin û heta ji hezkirinê em naxwezin peyveke din fêr bin û lê zêde bikin, bikin şirîkê vê rojbaşa xwe..!
Min jê pirsî:Çima?
Wî got: „Ez ji kê ra têlefon vekim; qîyameta dengên „selamûneleykûm, eleykûmselam, maşallah û înşallah in difûrîn.. Dibê qey meriv li Siûdê Erebistanê ye !“
Rast dibêje, gotina wî ye.
Ev “selamûneleykûm, înşallah û maşallah, ne tenê di nava wan derûdorên turk-îslamîstên ku dîn û bawerîyan pir bi awayeke xirab bi kar tînin, seyr e; herwiha di nava ol û bawerîyên din da, elewî û êzdîyên me da jî roj bi roj zêde dibin ev silav, daxwaz û pesinên han.
Dejenerasyon bila carek dest pê neke! Heke dest pê kir dawî lê nayê.
Rast e! Ne tenê li welêt, li kolanên bajarên Ewropayê, di trên û otobûsên wî da jî ev deng herroj ji do zêdetir dibin.
Ez bi xwe ji masûmîyet û jidilîya ol û bawerîyan bi guman im.
Vêca ev ol û bawerî dema ku ji bo propaganda û berjewendîyên şexsî, dewletî yan jî neteweyî bi sextekarî bên bikaranîn ti masûmîyet û jidilîya wan a biguman jî li holê namîne..
Qet ji bîra min naçe: hîn dema ku zarokekî 5-6 salî bûm, pişt, mil û hêta min ji kulmik û qurincîkan reş û hêşîn dikirin, heta bi nîvê “eşhedê” bi min didan anîn.
Bînh li min diçikîya hetaku min ji şimîkê xwe diavêt der. Bi wê kûmê qûlqûlikî yê spî yê ku dabûn serê min, min hêstirkên xwe paqij dikir û xwe bi lez digîhand wan leyîstok û xeyalên xwe yên zartîyê û tenê bi wan ra min hîs dikir, ku heme.
Di wan êşkencexaneyên tirk ên bêîman ên li Kurdistan û “Tirkiye”yê da ku digotin: ” Li vê derê xwedê tine û pêxember derketîye betlanê!” Êşkencekar dema ku diwestîyan ji êşkencekirinê, ya diçûn vedixwar û serxweş dibûn û bi awayeke hîn hartir dihatin ser me.
Yan jî çend ji wan êşkencekaran, wan kûmên spî yên qûlqûlikî didan serên xwe, çend mêtro wêdatir ji bedenên me yên ûryan ên bi kabloyên elektrîkê va girêdayî, sicade radixistin û nimêj dikirin.
Piştê nimêjê vêca bi dengên “allah allah” vedigerîyan cîyên ku lê mabûn.
Lewma jî Fetullah Gulen, heman kûmê deye serê xwe û wan xwînên ku vexwarîye, niha vedireşe û dibêje min şerbeta helhelokê vexwarîye!
Ji bilî kûştinê, bi zincîr û qalasan û bi wan dengên bêrehim çiqas pişt şikandin û hestî hûr kirin û dikin tên zanîn..
Em pir pîs hînê derewan bûne.
Dîyar e, keske/î ji nexweşî û derdekî bêderman meh yan jî roj mabin ew dê bimire, em ê jê ra derewan bikin, çend rojên mayî jî lê bilewitînin û bêjin: ”Înşallah tu dê baş bî!”
Bimire em ê bêjin: “Maşallah çi zexim û jêhatî bû!” Vêca mirinê lê bilewitînin.
Pir seyr û balkêş e!
Yekemîn car e di merasima cangorîyên Kurdistanê da xelk reş girê dide û ji bo “aştîyê” jî spî.
Ne şaş bim, heke di nava du eşîrên Kurd da şer derketibe, belê jinên Kurd laçikên xwe yên spî avitinê meydanê û şer jî sekinîye. Lêbelê ne li hember dijmin.
Di mirinên asayî da belkî, lê bi qasê dizanim di kultura me ya kevin da jî ev reş girêdan nîne. Hela di merasimên cangorîyan da hîç!
Di merasima cenazeyên cangorî Sakîne û hevalên wê da Amed “reş” girê da!
Çima?
Gelo xwedayên gunehkar dixwezin bi vê rengê reş em hertim di nava şîn û behîyê da bin?
Nizanim!
Li dawîyê ez jî derewek bikim û bêjim:
“Înşallah” ne wisa ye!