Serrûpel Nûçe Vî melayê Kurd wênegirtin heram kir

Vî melayê Kurd wênegirtin heram kir

Belav bike

Mela Remezan Şukir ku li qezaya Ranye ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê rûdine, di dîmenekî vîdyoyî de wênegirtinê bi hemû awayekî heram dibîne û wênegiran jî wek mel’un bi nav dike. Mela Remezan wiha dibêje: ‘’Bila hemû wênegir û wênekêş bizanin ku ew ji ber wî karî ketine ber na’letê.’’

Ji aliyê xwe Berdevkê Wezareta Ewqafê û Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê Barzan Salih ji rojnameya Basê re tekez kir ku mafê hîç mamostayekî olî nîne ji mînberên mizgeftan xelkê wek ‘’kafir û mel’un’’ bi nav bikin û got: ‘’Li ser wan gotaran ew mamostayê olî hatiye cezakirin û bo demekê rê lê hatiye girtin daku di nimêjên înê de gotaran nede.’’

Derbarê mijarê de, Serokê Komeleya Wênegirên Kurdistanê Şêrzad Gerdî ji Basê re wiha axifî: ‘’Yek ji navên Xweda ‘’El-Misewir’’ e, êdî evna bi xwe hîç wateyekê bo herambûna wî karê ku em dikin nahêle. Herwiha em ayînperwer in û baweriya me bi ola Îslamê heye, lê em karê wênegiriyê jî heram nabînin. Mesela ku wî melayî em wek ‘mel’un’ bi nav kirine, asta têgehiştbûna xwe derxistiye û em naxwazin bi heman awayî bersiva wî bidin.’’

Wênegir Hêmin Ranyeyî jî tekez kir ku tesîra her wêneyekî karîger bi qasî 1000 wişeyî ye û wiha axifî: ‘’Em ji karê xwe şerm nakin û şanaziyê pê dikin, mela jî çi dibêjin bila bêjîn û bi axaftinên wiha yên bê wate asta xwe pêşan didin ka wezna wan çiqas e.’’
BAS-news