Di peyamekê de ku roja şemî li înternetê hate belav kirin, Partîya Rizgarîya Gel ya Şoreşger – Enî (DHKP-C), Amerîka wek “kujêra gelên cîhanê” bi nav kir.
Rojnamevan û şirovekarê sîyasî Cemal Batun dibêje ku DHKP-C jibo desthilatê di çarçova konsepta Marksîst-Leninîst ya êrîşkarî û pêkanîna diktatorîya proletar hereket dike.
Birêz Batun herwiha dibêje ku ew partîya Marksîst piştgîrî dide hêz û welatên neyarên Amerîkayê wek Îran û Sûrîyê.
Birêz Batun herwiha di wê bawerê de ye ku DHKP-C têkelî ligel hêzên dewleta kûr ya Tirkîyê hene; hêzên ku îro li dijî hikûmeta Partîya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) ne.
Dengê Emerîka