Guh, çav, raman û bi kurtasî peyayên nepenî yên dijmin ên di nav te da ye!
Ew ên di nav mejî, rêxistin, partî û tevgerên te da: Ji bo şîlokirina armancên te, şopandin û tevlihevkirina tevgerên te û li dawîyê radesthildan û têkbirina te. Bi van karan radibe tor û rêxistina sixûrîyê.
Hin gelek rol û peywirên din jî meriv dikare li wan karên sixûrîyê zêde bike. Her dewlet sîstemeke xwe ya sixûrîyê heye. Bi vê sîstemê tansiyona nav welatê xwe û hebe yên kolonîyên xwe dipîve û kontrol dike.
Du lingên bingehîn ên sîstema sixûrîyê hene: Îstixbrata derva û ya hundirîn .
Îstixbarata derva, bi gotineke din a navdewletî bêhtir tevlihev û komplisiert e. Li vir her xiltê sixûr ji bo berjewendiyên dewletên xwe dixebitin, nûçe û agahîyên navdewletî heta radeyekî li hev par vedikin, dikirin û difiroşin.
Wek tê zanîn rêxistinên sixûrîyê wek: CIA, KGB (ya kevn a Rusyayê, ku hîn jî bi bandor e), MOSAD, M15, (Ingilistan), BND (Almanya), DGSE (fransa) torên xwe avêtine nava hemû dewletan û îstixbrat û agahîyan mîna masîyan digirin û yên mezin dişînin navendên xwe.
Masîyên biçûk jî wek bertîl didin rêxistinên îstîxbarî yên li jêr xwe. Li hember vê jî wan wek torên paravan bi kar tînin.
Yek ji van jêrtorên paravan jî MITa „Tirkiye“yê ye.
MIT, ne ji rênîşandan û projektora CIA, MOSAD, BND yan jî M15ê be, nikare du gavan bavêje di qada navdewletî da.
Tenê li nav „Tirkiye“yê, li dij Kurdan, li mêhtingeha xwe Kurdistanê jîr û jêhatî ye, MITa tirk. Xwedî hezar rû, defikan e, ev rêxistina sixûrîya tirk di nav me da.
Dewlet, şebekeyên xwe yên hundirîn ên sixûrîyê di her qunc û qûlên civakê da dihone, ji her hucreyê nûçe û agahîyên îstixbarî diherikîne hewiza dewletê. Dewlet jî van nûçe û agahîyan dinirxîne, ji yên pêwist plan û stratejîya xwe kifşe dike û bi rê va dibe.
Çiqas rê û rêbazên standart û guherbar ên sixûriyê hene bi kar tîne MITa tirk. Ji psîkolojîyê heta teknolojîyê ku êdî bi berfirehî di „zanistîya sixûrîyê“ da jî tên bikaranîn.
Dezînfarmasyon, şîlokirina armanc û bawerîyê, tevlihevxistin, bi berdawamî manîplasyon, demoralîzasiyon, xapandin, komplo ûwd. ûwd. çi bê bîra we hemû rêbazên psîkolojîyê bi kar tîne.
Vana hemû dikevin mijara sixûrîya bandor(tesîr)lêkirinê. Çend beşên girîng ên vê sixûrîyê ev in: „Think Thank“ yan jî “brain strom”;sewq û îdare, bi rê va birin, „brush contact“; kontaktên nepenî yên sixûrên herdu alîyan, „Inteligence Audit“; muhasebe û çavdêrî. (Yaşar Karadogan, bi navê :“Tesir Ajanlari ve Kürd Hareketî“ -sixûrên bandorlêkirinê- lêkolîneke balkêş çêkiribû û di malpera Rizgarîyê da belav kiribû.)
Dewlet û MITa wê, bi rêya kê û çawa bi kar tîne van rêbazên sixûrîyê?
Ev jî pir in: Di serî da çapemenî, zanîngeh, nivîskar û rewşenbîrên xwe. Bi rêya „mîr-beg“, “şêx“, „rewşenbîr“, „nivîskar“ û „sixûrên“ ku ji civaka kurd devşirme û întegreyê sîstema xwe kirîye, rojane dezînfarmasiyon, demoralîzasiyon û tevlihevkirin û şîlokirinê belav dike di nava civakê da.
Ev ên di nava civaka kurd da çiqas pir bin, ewqas bi hêz dibe tora MITê li Kurdistanê. Ev jî tê wateya berdewamîya dagirkerîya tirk a li Kurdistanê.
Dema meriv nûçeyên van rojên dawîyê ku diherikin çapemenîyê binihêre dewleta tirk û MITa wê wisa dixuyê ku ji Imralîyê heta Hewlêrê tevna xwe yê sixûrîyê baş honandîye. Herçiqas ji Kurdistaneke yan jî ji „Kurdistanên serbixwe û azad“ bitirse, ewqas jî jixwebibawer tevdigere di herêmê da ew dewleta xurifî û rizyayî!
Kî hêzê didîyê? Dewletên rojavayî, belê!
Lê di bingehê da: Em!
Heta ev tevgera sixûrîyê tora xwe avêtîye nava tevgera Kurd a Ewropayê jî. Bi taybet li nava komele û rêxistinên PKKê. Sixûran peyda dike tê da, sixûran dixîyê.
Merivên pak, kurdên genc, tên bi dûr xistin, ji wan ra tê gotin; „unsur“, „nekêrhatî“, „revyayî û fîrar!“
Sixûr dibin: „Heval!“
Hata ku di yek ji navendên tevgerê da Sakîneyan cangorî kirin.
Û pê xwestin ku hemû tevgerên azadîya gelê kurd di bin projeya dawî ya dewletê da serî bitewîne. (Li vir wê balkêş be ku meriv analîza Cemîl Gundogan a bi navê „PKKyi Ocalan´in arkasina toparlama Operasyonu mu?- Gelo ev operasyon ew e, ku hemû PKKyê bikişîne piştgirîya Ocalan- ku di malperên Gelawêj, Kurdistanpost û Rojeva Kurdistan da belav bûbû. Dê baş biba ev analîz wergerîya bi kurdî jî. Ez ji bilî yekî tevlê pêşnîyazên C. Gundoganî nabim, ku li dawîya nivîsa xwe rêzandîye.)
Sixûr diqilqilin di nava tevger û civakê da. Bi hemû hêza xwe dixebitin ku darê li erdê bixin. Metirsî mezin e! Ez xwe berpirsîyar dihisînim, balê bikişînim vê metirsîyê.
PKK û berpirsîyarên tevgerên wê yên Ewropayê dibêjin: Em tevgerekî mezin in, ji dervayê kontrola me sixûr dikarin biçizirin, biçelipin nava me! Yan jî kî dibe bila bibe dikarin bibin endamên rêxistinên me!“
Ne rast e! Tu ji Amerîkayê, ji Îsraîlê yan jî ji Îngilistanê mezintir î? Ka binihêre, te bihîstîye çend sixûrên MITê çirisîye û paşê jî deşîfre bûye di nava CIA, MOSAD û M15ê? Ji xeynê ku MITê çend înformasyonên bermayî ji wan wergirtibe.
Ma tu dergeha Mewlana yî? Dibêjî; “kî dibî bila bibî, were!”
Netenê li dewleta kolonyalîstên tirk, li wan dewletên ku xwe wek kelaya demokrasî û xweşbîniyê dibînin binihêre; heta kesekî hiltînên hemwelatîyeke besît heft salan didin rawestandin û heft şîrên zikmakî pê vedireşînin. Heta hiltînîn memûrîyeteke adî, lêpirsîna heft dapîr û bapîrên wê/wî dikin!
Ne tu tevgereke ji nav êgir û avê derketîyî, hatîyî van rojan!
Tu dixwezî dîsa bi av û êgir da berdî vê tevgerê ku bi xwîn û kedê vesitirîye!
Rexne û pirsên min netenê li PKKê, herwiha li PDKê, YNKê û li hemû partî û rêxistinên Kurd e, heke vana xwe wek partî û rêxistinên Kurdistanî dibînin, (Ku navê Kurdistanê hîn jî bi partîyên wan va ye.) rexne û pirsên min li hemû partî û rêxistinên Kurdistanê ne:
Helbet sir e, nayê gotin, lê ez nikarim xwe bigirim û ez ê bipirsim:
Çend sixûrên we hene di nava MIT, MÛXABERAT û SAWAKê da?
SIFIR!
Ji xeynê çend bermayîyên îstixbaratî ku bi ber guhên we ketine!
We heta niha çend sixûrên xwe di nava wan da bi cî kirine?
Yan jî çend ji wana kirîne?
SIFIR!
Çirisîna sixûran bi mezinîya armancê va girêdayî ye, ne bi ya rêxistinê va!
MIT û yên din jî, ji damezirandinên xwe heta îro xwe li yek armancê kilît kirine:
Ev jî ew e ku Kurd nebin xwedîyê Kurdistanê, erdên ku hinek bi dest ketîye jî, dîsa bi awayekî ji dest derxin. Hemû armanca wan ev e! Yan jî bi gotina wan: “Yên din înstûrment in, teferûat in!”
Qenebe bîranînên Mûsa Anter, Ş. Elçî û yên doza 49an bixwînin, ka wana çawa xistine dek û dolaban, ku bi salan nekarîne jê derên û berê xwe bidin armancê.
Mezinayîyê dayînin alîyekî, qey rêxistinên wan hebûn di wan salan da ku nikaribûn kontrol bikirina?
Ji Kurdistan heta Ewropayê, sixûr diqilqilin di nava me da!
Bes e êdî!
Xwe biweşînin û rizgar bin jê!