Serrûpel Nûçe Ocalan di hevdîtinê de ji bo Rojava çi got?

Ocalan di hevdîtinê de ji bo Rojava çi got?

Belav bike

Îro, ji teref rojnameya Milliyetê ve, naveroka hevdîtina li Îmraliyê a di navbera şandeya BDP, ku ji Parlementer Sirri Sureyya Onder, Pervîn Buldan û Altan Tan pêk dihat, û Rêberê PKKê Abdullah Ocalan de hete eşkerekirin.
Li gorî girteyan, Ocalan diyar dike ku, ger vekişandina PKKê bibê, wê bi biryara meclîsê PKK xwe vekişîne. Dîsa Ocalan dibêje, em ê pergala serokatiyê a Erdogan destek bikin.
Li ser pirsa Parlementerê Stenbolê Sirri Sureyya Onder a, “ji bo Rojava ti gotineke we heye?”, Ocalan ev gotina kiriye: “Bila Kurdên Rojava, bi herdu aliyan re jî hevdîtinan pêk bînin. Ku kî mafên wan wê bide, bila bi wan re bixebitin. Bila Eniya Rizgariya Demokratîk a Suriyê hebe û Kurd, Ereb, Tirkmen bila hemû di nav de cihê xwe bigrin. Selefiyên Siûdî gellekî bi taluke ne. Esed, ji xwe dîktatoriyeke biçûk a burjuvaziyê ye. Kurdên Rojava nikarin têkevine bin fermana Barzanî. Xeta Barzanî cuda ye. Kurd bila mutleqa hêzeka xweparastinê avabikin.”