Ji Hikumeta Kurdistana Federel, ji peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re piştgirî hat.
Rêvebiriya Kurdistanê li ser malbera fermî a hikumetê ev daxuyaniya weşandiye: “Em wek Hikumeta Kurdistana Federel, ji bo ku pirsgirêka Kurd a li Tirkiyê bi awakî aşîtane çareser bibe, em ê her tim piştgiriyê bidin. Di vê çarçovê de, em peyama birêz Abdullah Ocalan a ku di Cejna Newrozê de li Amedê hate xwendin, a ku bang li bi dawîbûna şer û şîdetê dike û rêbazeke aşîtiyê a çareseriyê dide ber xwe, erênî dinirxînin. Ev gaveke xweşhalî ye û em piştgiriyê didin. Dîsa di vê mijarê de, çi ji hikumeta Tirk û çi ji PKKê, ji bo çareseriyeke aşîtane û demokratîk ku çi gav bêne avêtin em ê piştgiriya xwe nîşan bidin.
Bi vê minasebetê, Hikumeta Herêmî a Kurdistanê, careke din ji bo çareseriyê ku çi rist dikeve ser milên wê, amadeye ku bicih bîne. Hêviya me ew e ku, her du alî jî, ji bo çareseriyeke demokratîk, gavên guncaw bavêjin.”
AVESTA KURD