Serrûpel Nûçe Haya we ji van parsek û dizan hebe!

Haya we ji van parsek û dizan hebe!

Belav bike
Ew zarok, jin û keçên parsek dadikevin kolanan û parsê dikin.

Wan êdî şêwazekî nû yê parskirinê dîtine.

Piraniya wan ji Mosulê û herêmên din in, lê dema ku parsê dikin dibêjin ew Kurdên Sûriyê ne û ji ber şer reviyan e, malên wan xerab bû ne, bi tenê mane, nan tune buxun, cih tune têde bimînin…

Wan parsekan navê hinek bajarên Kurdistana rojava û çend gotinên wan deveran jî ezber kirine, weke Qamişlo, Kobanî, Efrîn…

Dema ku tu ji wan dipirsî, tu ji kuderê yî, dibêje “ji Efrînê, yan ji Kobanî yan jî Efrînê me”, lê di rastiyê de ew ji Musulê ye.

Ji ber ku piraniya Kurdên başûrê, devoka herêmên rojavayê Kurdistanê nizanin û wan herêman baş nas nakin yekser bawer dikin ku bi rastî ew kesKurdên Sûriyê ne.

Her wiha diyardeya dizînê jî bi heman şêweyî ye.