Serrûpel Nûçe Li Amerîka di beza meretonê de teqîn (Vîdyo)

Li Amerîka di beza meretonê de teqîn (Vîdyo)

Belav bike

Li bajarê Boston li Amerîka, di demeke ku beza meretona Boston dihat kirin, li nêzika xeta qedandinê 2 teqîn pêk hatin. Li gorî ragihandinên pêşiyê, jê yek zarok 3 kesa jiyana xwe wenda kir û kêmtir 140 kes jî brîndar bûn.
Li gorî ragihandina Boston Globe’yê, mirovên ku li cihê bûyerê hazir bûne diyar kirine ku bi dehan brîndarên gran hene.
Piştî bûyerê Qesra Spî daxuyaniyek da.
Cîgerê Serokdewletê Amerîka Joe Biden di daxuyaniyê de wiha gotiye: “Duayên me ji bo kesên ku brîndar bûne ne. Di destê me de agahiyeke zelal a ku di bûyerê de çend mirî û brîndar hene tine ye.”
Dîsa hatiye ragihandin ku, li qada meretonê 2 teqemeniyên ku neteqiyane hatine dîtin û îmha kirin.
Li gorî nûçeya NBC’ê jî, teqemeniyên ku hatine bikaranîn yên wek IED tên bi nav kirin in û zêdetir ev bombeyana li kêleka reyan tên bicihkirin û teqandin. IED, herî pirr li Efganistan û Iraqê li hemberî leşkerên Amerîka hatine bikaranîn û bi van bombeyana gellek leşkerên Amerîka jiyana xwe wenda kirine.

AVESTA KURD