Serrûpel Nûçe Lêborîngeke dereng ji ermenan

Lêborîngeke dereng ji ermenan

Belav bike

Ezê ji we re bibêjim ermenîno ez lêborînê ji we dixwazim, lêborînê dixwazim ku bav û kalên min ew kiryarên kirêt derheqê we de kirin, ewan dilê xwe ji kînê mişt kiribû, oldariya kor bênahî bi wan re nehiştibû, neteweperestiyê wijdanê wan mirandibû û hevbendî û hemwelatiya osmanî jî mejî di serê wan de nehiştibû û êdî rabûbûn kiryarên herî kirêt kiribûn; talan, dizî, serjêkirin û kuştina ro li nîro, jinrevandin û tecawizkirina wan bêyî ku wijdanek, yan oldariyeke rast yan jî perwerdeyeke exlaqên medeniyetê bibe bend û kelem li ber wê hovîtiyê. 

Ez lêborînê ji we dixwazim ji ber ku siyasetmedarên me naxawzin û wa diyar e ku ew ne di wî warî de ne jî yan jî dibe ku inkara komkujiyê dikin eynî mîna tirkên ku komkujî plankirin û kurd hêvotin û ajotin wê rûreşiya mezin û gola genî ku hîn jî naxwazin xwe ji qerêja wê bişon. 

Ez lêborînê ji we dixwazim ji ber ku min jî tehma komkujiyan dît, min jî Enfal dîtin, min Geliyê Zîlan û şikeftinê devgirtî li ser pîr û kal û jin û zarokan dîtin û hîn jî dibînim, ez lêborînê dixwazim ҫiku Helebce ez fêr kirim bê ҫendî komkujî bişewat in û giyanê milletan birîndar dikin. Ez lêborînê ji her zarokekî we dixwazim ku bavê wî li ber ҫavên wî serjêkirin, ez lêborînê ji helbestvanê we Hewanês Şîraz, ji Avîdîk Isaqyan, ji Yexîş Yexîşê dixwazim, ez lêborînê ji wê dayika ku kalkanê min mêrê wê kuştin û li ew kiirna jina xwe yan cêriya xwe dikim, ez ji wî keşeyê ku ro li nîro li kolanan û li ber ҫavê temaşageran û bi fermana mele filanî û bi ellahû ekberan re hate serjêkirin lêborînê dixwazim, ji wan sedhezarên ku bi ҫolan ketin û li beriyan aware bûn û ji serma û germa û tîbûn û birҫîbûnan re mirin lêborînê dixwazim, ji wanên ku ji ber cîranên xwe yên kurd direviyan, ji kirîvên ku ji ber siya kirîvan direviyan, û ez ji te ey mirovê ermenî lêborînê dixwazim û xwe ji xwîna te bêrî dikim û hîҫ napejirînim ku were gotin ewên hûn dikuştin nezanbûn. Ez ji te lêborînê dixwazim Wanês, Serkîs,  Migirdîҫ, Agop, Marî, Hamêst û Zîbûr û bi dengê bilind dibêjime we: ez kurdekî azad im, nasnameya min berî ku netewe be, mejîye, berî ku ol be evîn e, berî ku welat û axek be mirov û jiyana wî mirovî ye. 

Ez şerm dikim ey birayê min î ermenî dema ku meha Nîsnaê tê û berî bêhna kulîkan bêhna komkujiyan tê, bêhna şewata gundên we tê, berî ku dengên şalûlan û dûmqesan bibihîzim dengê nalîna birîndarên we tê guhê min ku li keviyên rêyan avêtî bûn. Ez hîҫ nabînim ku zarokên wan kujeran behsa kirêtiya kiryarên bavan dikin, ne jî dibînim ku xwe pê dibînin, tenê bêdengî..bêdengî..bêdengî. 

Dibe ku hinek ji kurdên hemdem bibêjin: ma gunehê me ҫiye, komkujiyek bû berî ku bavên me jidayik bibin!! 

Gunehê me heye, dibe ku ji gunehê kalkanên me ên bûne kujer mestir be jî ew guneh, ҫiku ew di nav de bûn û xwîngermî hebû, lê em! Êdî mesafeteke mezin di navbera me û komkujiyan de ҫêbûye, em dikarin bi ҫavê bêlayeniyê lê binêrin, em dikarin nas bikin kî gur bû kî berx lê mixabin em bêdeng in û tew hinek dikarin hêrs bibin ku mirov mijarê tev bide û bi ser de jî ji armancên te bikeve gumanan. 

Lêborîneke fermî ji ermenan dikare bibe bêrîbûna ji xwînê jî, dikare wateya wê bibe hişyariya hest û wijdanê jî û hîҫ nayê wateya ku kurd mêrkuj in yan jî berpirsyarê rasterast ên wê  gunehkariya qirêj û xwînrêjiya giran in, wate ew e ku kurdên li pê mafê xwe ne, mafê kesên din jî nas dikin. Lêborîn tê wateya ku doza kurdan a li pê azadiyê û xebata wan a dûr û dirêj ji bo stendina mafên xwezayî û li dijî zordariyê, berî her tiştî ji ber mirovheziya wan e, berî her tiştî palê dide hisên wan ên mirovayetiyê berî ku palê bide hişmendiya wan a siyasî.