Wezareta Dadê a Tirkiyê haziriya xwe dike ku 8 girtiyên PKK’yî bişîne cem Rêberê PKKê Abdullah Ocalan.
Navên 8 girtiyên ku li Grava Îmraliyê wê bêne cih kirin hîn eşkere nebûye lê li gorî daxuyaniyan jê 4 jin in.
Li ser 8 navên ku wê bişînine Grava Îmraliyê xebat dewam dikin. Ji aliyê berpirsyarên girtîgehan ve 8 navên PKK’yî wê werine diyar kirin.
Ger ku Wezareta Dadê jî navên ku hatine pêşkêşkirin bipejirîne, 8 girtiyên PKK’yî wê li hinda Ocalan bêne bicihkirin.
Girtiyên PKK’yî li qoxişa Ocalan wê nêne girtin. Tenê di seetên hewa girtinê de wê karibin werine cem hev.
Abdullah Ocalan, ji sala 1999 an vir ve li Grava Îmraliyê tê girtin. Heta sala 2005 an Ocalan tenê li Îmraliyê dihate girtin. Di sala 2005 an de 5 girtî şandibûne Îmraliyê.
AVESTA KURD