Serrûpel Nûçe “Tiliya El Nusra di bûyera Reyhanliyê de heye“

“Tiliya El Nusra di bûyera Reyhanliyê de heye“

Belav bike
Pêr (21.05.20139 danê nîvro koma hackerê (Koma ku li ser înternetê şifreyan dişkîne û belgeyan bi dest dixîne) Redhack, belgeyên veşartî yên Serokatiya Daîreya Îstixbaratê a Cenderme weşandin.
Li gorî daxuyaniya Redhackê, belgeyên ku bidest xistine di derbarê bûyera li Reyhanliyê de ne û mora “bi dizî ye” li ser belgeyan heye. 
Di belgeyan de eşkere xuya ye ku rêxistina El Nusra a ku ji refên mixalifên Suriyê de cih digre û bi rêxistina El Qaîde re têkildar e, ji bo ku li Tirkiyê bêne teqandin, bombe di wesaîtan de bicih kirine.
Dîsa di belgeyên ku ketine destên Redhackê de tê îdiakirin ku, wesaîtên li Reyhanliyê teqiyane ji aliyê Suriyê ve ji bo ku bêne girtin fermana lêgerînê hebûye.
Piştî ku Redhackê belgeyên fermî yên Serokatiya Daîreya Îstixbaratê a Cenderme deşîfre kirin û weşandin, ji rayedarên hikumeta Tirkiyê îro daxuyaniyek hat. Hat gotin ku belgeyên ku Redhackê bidestxistine, leşkerekî dane Redhackê û ev leşkera jî hatiye girtin. 
Ev jî nîşan dide ku belgeyên derketine holê belgeyên rastîn in.

AVESTA KURD