Serrûpel Nûçe Baydemir ligel Barzanî civiya

Baydemir ligel Barzanî civiya

Belav bike

Li destpêka hevdîtinê de Serokê Bajarvaniya Mezina Amed xweşhaliya xwe li serdana Kurdistanê û hevdîtina li gel Serok Barzanî derbirî û spasiya wê pêşwaziyê jî kir ku li Kurdistanê da lê hatiye kirin û ji bo koça dawiya xûşka rêzdar serxweşiya xwe û partiya xwe jî bi Serok Barzanî ragihand. Paşê Baydemîr destxweşiya li wan pêşketinan kir ku li Herêma Kurdistanê li warê avadankirin û azadiya siyasî ve hatine holê û balkişand li ser wê yekê ku niha hemû cîhan temaşa rojhilata navîn dike û kêşeya Kurd bala hemû aliyekî rakêşiye. Her wiha gelê Kurd li Bakûrê Kurdistanê jî hêviyê li ser başûr çandiye û berdewam çav û guh li pêvajoya siyasî û helwesta fermî ya serkirdayetiya siyasiya Herêma Kurdistanê ya li ser kêşeya Kurd li Tirkiyê ye.

Baydemir ji Barzanî xwest ji bo pêvajoya aştiyê bibe alîkar û destekê bide wê pêvajoya çareseriyê.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî bi xêrhatina şanda mîhvan û spasiya Serokê Bajarvaniya Mezina Amedê kir û Herêma Kurdistanê bi mala hemû Kurdek zanî û yarmetîdana Kurdên perçeyên din bi erkekî nîştîmanî da zanîn. Li beşekî dinê axaftina xwe se Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku kêşeya Kurd li Tirkiye hengavên baş avêtiye û bi sedema pêvajoya aştiyê hêviya çareseriya kêşeya Kurd zêdetir dibê. Serok Barzanî di derbarê kêşeya Kurd li rojhilata navîn de got: “Niha serdema zêrîne ji bo gelê Kurd, ji ber ku neyarên wê li helwestekî lawaz dane û baştirîn derfete bo wê yekê ku hêviyên wê pêkbên, lê belê pêwîste gelê Kurd xwe ji hizra tundutîjiyê dûr bixe û li navxweyî jî da gotar û stratejiyekî yekgirtî hebê û divê pêdagiriyê li peyama aştî û pêkvejiyanê ji bo gelên navçeyê bike.

Axaftina li ser pêvajoya aştiyê li Tirkiye û pêvajoya rojavaya Kurdistanê mijareke dinê hevdîtina di navbera Serok Barzanî û Serokê Bajarvaniya Mezina Amedê bû.

AVESTA KURD