Serrûpel Nûçe Şanda BDP serdana Qendîlê kir

Şanda BDP serdana Qendîlê kir

Belav bike

Nûnerê Partiya Aşitî û Demokrasiyê (BDP) yê Hewlêrê Mihemed Alî Aydin ji Rûdawê re ragihand ku duh şanda BDPê ya çûbû girava Îmraliyê û hevdîtin bi rêberê PKKê Abdulah Ocalan pêk anîbûn, çûn serdana Qendîlê.

Aydin diyar kir şanda BDPê ji hevserokê BDPê  Selahedîn Demîrtaş û wekîla koma BDPê li parlamentoya Tirkiyê Perwîn Buldan pêk tê û wiha got: “Piştî hevdîtina bi Ocalan re, duh ji bo hevdîtina bi rêveberên Koma Civakên Kurdistanê (KCK) re bikin, çûn çiyayê Qendîlê.”

Aydin dest nîşan kir ku wan mijarên Ocalan bi şandê re guftûgo kirine û pêvajoya aşitî û çareserî û rewşa dawî ya Tirkiyê bi rêveberên KCKê re parve kirin

Derbarê nameya ku di çapemeniyê de hatibû belav kirin ku Ocalan nameyek ji serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re şandiye, Aydin got: “Şanda BDPê ew name belav nekiriye û ti agahiyên wan li ser çavkaniya wê jî nînin.”

Şeşemîn şanda BDPê ya ji Demîrtaş û Buldan pêk dihat, roja 7ê hezîranê çûbû girava Îmraliyê û bi rêberê PKKê Abdulah Ocalan re hevdîtin çêkiribûn. (Rûdaw)