Di merasîmê de ku gelek mamostayên zankoyê, akademîsyen, siyasetvan, dîplomat û wezîr beşdar bûn, serokwezîr di axaftina xwe de girîngiyeke mezin da xwendin û perwerdeyê.
Barzanî got, divê sîstema xwendin û fêrkirinê bi temamî were gihertin.
Serokwezîr diyar kir ku ji bo herêma Kurdistanê xwendin ji her tiştî girîngtir e û got eger ku xwendineke baş hebe, ewqas jî milet û welatekî pêşketî heye.
Barzanî her wiha got divê girîngî ji bo xwendina pîşeyî jî were dayîn.
AVESTA KURD