Ev jî teksta peyama Nêçîrvan Barzaniye:
Bi boneya 30mîn salvegera Enfalkirina Barzaniyan
Gelê welatparêz ê Kurdistanê
Xizmên xweragir ên Enfalkiriyan
Îro 30 sal li ser Enfalkirina 8 hezar mêr û ciwanên Barzaniyan a di sala 1983an de ku rejîma Iraqê di wê pêngava bi awayekî pir hovane û sîstematîk ku xwest Barzaniyan ji nav bibe re derbas dibe. Ev pêngava yekemîn a mezin ya Jenosîdkirinê bû rejîma Iraqê di dema Seddam Hûsên de li dijî neteweya kurd encam da. Piştre di proseya mezin a Enfalê de bi 8 qonaxan ji herêma Cafayetî heta Behdînan, 182 hezar mirovên kurd winda û bi kom binax kir. Bi vî awayî anîn serê Barzaniyan. Seddam ew jî wekî Barzaniyan bir çolekî Iraqê û bi kom binax kirin.
Devera Barzaniyan ji ber şoreş û serhildana ji bo rizgarkirina Kurdistanê, di serdemên cûda de hatin wêrankirin. Bi zorê ji cihê wan rakirin, bi zorê ji bajarekî birin cihekî din, jin, zarok û mêr bi hev re li cihekê kom kirin û derdora wan sîm kirin. Lê ya herî hovane ew bû ya ku Seddam Hûsên encamdayî. Seddam Hûsên di Enfalkirina Barzaniyan, zarokên nûtêgihiştî, ciwan û mêr digirtin û bi kom binax kirin. Herwiha zad û hemû xizmetkirin ji malên Barzaniyan qut kir; bi awayek ku Barzanîbûn kir tawanekî pir mezin ku rewayî da ku hemû cûrên çewisandinê li beramberî wê xêzanê bê kirin.
Lê dayîkên Barzaniyan, keçên Barzaniyan bang kirin dema ligel bav, bira, hevser û bapîrên xwe baxivin, di guftûgoya wan a rojane de nema. Heta di nava wan de ti kes nema ku miriyên xwe veşêrin û di nava civaka kurdewarî de çi karî bikin. Ew jin bêyî tirs li ber xwe didan, zarokên xwe bi serbilindî û giyanekî kurdewarî perwerde kirin. Raste gelek ji wan zarokan ji ber hejarî, nebûnî û çûyîna dayîka wan a ji bo karê dirûn û komkirina berhemên kiştûkaliyê, di dema zarokatî û di pêçikê de şîr tam nekirine. Lê fêrî wê yekê hatine kirin ku serê xwe li hemberî rejîmê natewînin û tehemûlê zehmetiyên jiyanê bikin. Divê kurd bi timî şanaziyê bi dayîkên Barzanî û hemû dayîkên xizmên Enfalkiriyan bikin, ji ber ku serê xwe li hemberî hovaneya qonaxên Jenosîdkirinê netewandin. Wan nasname û şerefa nîştîmaniya kurdan parast.
Di wê dema ku Barzanîbûn, axaftin û alîkarîkirina ligel xêzanên Barzaniyan qedexe bû, welatiyên Hewlêrê yên hêja destana mêranî, kurdperwerî û mirovahî ya herî mezin tomar kirin. Bi rastî başî û mêraniya xelkê Hewlêrê nayê ji bîrkirin û Hewlêr kelha mêraniyê ye. Xelkê wê timî xêrxwaz û niştîmanperwer ê Hewlêrê bi îmana xwe ya mezin a ji bo maf û mafperweriyê, alîkariya xêzanên Barzaniyan dikir. Ji bo bikarin li ber xwe bidin, bi serbilindî bijîn û serê xwe nedanin. Her yek ji wan xizmên Enfalkiriyên Barzaniyan gelek çîrokên balkêş li ser alîkariya gelê Hewlêr û navçeyên parêzgeha Hewlêrê ligel wan hene. Neku ew alîkarî nayê jibîrkirin, belkî timî di wijdana me de zindî ye. Ji ber ku ew çîrok giyanê yek netewîbûn û Kurdistanîbûna wan bihêz kiriye. Niha jî ji bo yekbûn û hevkariya li Kurdistanê îlhamê didin. Îro jî Hewlêr hêzekî mezin e, despêka bi hev re jiyanbûn û yekbûna di navbera hemû neteweyên kurd û gelê Kurdistanê de ye. Enfalkirina Barzaniyan neku netewa kurd bêhêz nekir, belkî Hewlêriyan wisa kirin ku bibe sedemê bihêzkirina niştîmanî, liberxwedana niştîmanî û baweriyê bide serkeftinê. Îro hemû ciwanên Barzanî ku wê demê di pêçikê de bûn, ji ber çîrokên ku dayîkên wan ji wan re vegotîne; ewqas ji Hewlêrê hez dikin. Îltizameyekî herî tund û bihêz ji bo Hewlêrê hene, bi Hewlêrîbûna xwe pir serbilind in.
Dadgeha Bilind a Tawanên Iraqê li sala 2011an biryar girt ku tawanê Enfalkirina Barzaniyan wekî Jenosîd bê naskirin. Lê heta niha hikûmeta federalî ya Iraqê ew biryar cîbicî nekiriye ku mafê kesên xizmên wan hatine Enfalkirin bide. Lewra ez li vir carekî din daxwaz ji hikûmeta Iraqê dikim ku biryarên Dadgeha Bilind a Tawanên Iraqê cîbicî bikin û wekî yekemîn erkê xwe yê li beramberî xizmê wan qurbaniyan; mafê kesên xizmên Enfalkiriyên Barzanî, Germiyan, Helebce û navçeyên din ên Kurdistanê bide.
Nemirî ji bo şehîdan û serbilindî ji bo xizmê Enfalkirî û gelê berxwedêr ê Kurdistanê.
Nêçîrvan Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
31.07.2013