Serrûpel Nûçe Jiyana siyasî ya Felakedîn Kakeyî

Jiyana siyasî ya Felakedîn Kakeyî

Belav bike

Felakedîn Kakekî li sala 1943an li bajarê Kerkûkê ji dayîk bûye. Yek ji endamên binemala seyîd û şêxên Kakeyiyan e. Despêkê ligel çalakvanên siyasî yên erebên Iraqê wek kesekî kurd ê çep dest bi nivîsîn û karê siyasî kir. Piştre di rojnameya El-Taxî ya Partiya Demokarta Kurdistanê (PDK) de ji girtîgehê quncikek bi navê ‘Heceliyet’ bi nehênî (Celal) nivîsî. Li ser jiyana karker û pirsgirêka kurd nivîsand. Di dema şoreşa îlonê de tevlî karûbarên ragihandinê bû.

Piştî têkçûna şoreşê, penaberî rojhilatê Kurdistanê dibe. Di despêkirina şoreş û serkirdayetiya demkî ya PDKê de rolekî berçav hebû. Heta kongreya 12mîn, endamê komîteya navendî û polîtburoya PDKê bû. Kesekî nêzî Idrîs Barzanî, Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî bû. Di hemû çalakiyên rewşenbîrî û rêxistinên rewşenbîrî de wekî pêşmergeyekê rolekî berçar di sazkirin û dirûstkirina wê de hebû.

Piştî raperînê bû yekemîn endamê parlamentoya Kurdistanê. Herî dawî jî postê wezîrê rewşenbîrî yê Herêma Kurdistanê wergirtibû.

Felakedîn Kakeyî piştî hilweşîna rejîma Seddam, li Bexdayê bû edîtorê rojnameya El-Taxî. Wê demê yek ji rojnameyên herî zêde li Iraqê dihat belavkirin bû.

Kakeyî di nava navendên rojnamevanî, rewşenbîrî û siyasî yên Kurdistan û Iraqê de kesekî navdar bû. Gelek giringî dida babetên çandî û perwerdeyî. Gelek tişt li ser tesawefiyê dizanî û evîndarê lêkolîna tesewif, edebyat û çanda kurdî bû.

Di kêliyên herî giran ên şerê navxweyî de, dinivîsand ku wê ev şer raweste û kurd neçarin destê xwe bixin di nav destên hev de. Ger îro amadekarî ji bo kongreya netewî tê kirin, gelek keyfxweş bû ew kar ligel Idrîs Barzanî pir hewl da bû, mijûle tê cih.

Felakedîn Kakeyî kesekî nêzî Tora Medyayî ya Rûdawê bû û bi berdewamî fikir dida Rûdawê. Rêze peywediyekî di navbera Rûdaw û rewşenbîrên parçeyên din ên Kurdistanê de bû. Gelek bi Rûdawê keyfxweş bû. Lê mixabin mirinê rê neda ku zêdetir alîkariya Rûdawê bike.

Bîranînên Felakedîn Kakeyî wê timî di bîra rêveber û hevkarên Rûdawê de wekî bîranîn bimînin. Bi navê Tora Medyayî ya Rûdawê serxweşiyê li xizm, kesûkar û dostên wî dikin. Gora wî tejî nûr be. (Rûdaw)