Serrûpel Nûçe El Partî hêza xwe amade kiriye

El Partî hêza xwe amade kiriye

Belav bike

 .
Dr. Ebdulhekîm Beşar, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Kurdistana Sûriyê rastî êrîşên dijwar tê û gelê Kurd li rojavayê Kurdistanê li ser nasnameya xwe tê kuştin.

Dr. Ebdulhekîm Beşar, hêzeke wan ya eskerî û bi rêk û pêk li başûrê Kurdistanê amade ye çekan hilgire û derbasî rojavayê Kurdistanê bib.

Dr. Ebdulhekîm Beşar, got PYD nahêle hêzeke din ya kurdî derbasî rojavayê Kurdistanê bibe ji bo parastina gelê Kurd û Kurdistanê.

Dr. Ebdulhekîm Beşar, diyar kir ku “PYD dixwaze hemû hêz di bin destê wê de bin, ev ji aliyê me ve jî nayê qebûlkirin…”

Sekreterê giştî yê El Partî got ew bang li PYD dikin ku bi aqil tevbigere û ew amade ne ligel hemû hêzên Kurdî, PYD jî di nav de kar bikin û welat biparêzin.

Dr. Ebdulhekîm Beşar, di dawiya daxuyaniya xwe de ji PYD daxwaz kir ku li biryara xwe vegere û rê bide hêzên din jî ji bo ku bikaribin bi wezîfeya xwe rabin û gel û welatê xwe biparêzin.

Li aliyê din hevserokê PYD Salih Mislin ji NNA re axifî û got ew rê nadin tu partiyên kurdî milîsên eskerî ava bikin.

Mislim got, YPG hêzeke netewî ye, ew ya hemû Kurdistanê ye.

Salih Mislim got, PYD partiyeke siyasî ye û tu hêzeke wê ya eskerî tune ye.

Li ser çekdarên Lîwa Cebhet El Ekrad jî, Salih Mislim got, ew ser bi Artêşa Azad ve ne û mafê Kurdan diparêzin.

Kesên ku ji nêzîk ve bûyerên li rojavayê Kurdistanê dişopînin, dibêjin  Lîwa Cebhet El Ekrad, hêzeke ser bi PYD ve ye.

AVESTA KURD