Serrûpel Nûçe Nivîskarê Kurd Celaledin Yoyler wefat kir

Nivîskarê Kurd Celaledin Yoyler wefat kir

Belav bike
Di kargeriya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de, bi salan em bi hev re wekî dost, heval, wekî kek û bira, wekî ap û birazî xebitîn. Rojekê dilê kesî nehişt. Herdem xebat, herdem ronahî û herdem hesreta welat… Cihê te bihuşt be Seydayê pisporê Meleyê Cizirî. Em te tu carî jibîr nakin… (Hasan Kaya)

Kî bû?

Celalettin Yöyler (bilêvkirina bi kurdî: Celaledîn Yîoyler, * 1941) yek ji nivîskar, rojnamevan û lêkolînerên wêjeyî yên Kurd e.

Li cur be cur medreseyên Kurdistanê xwendina olî û gramera Erebî dîtiye. Di 1966‘î de, bûye melayê gundê xwe yê bi navê Xanik. Di 1983‘î de, ji Meletîyê malnişîn bûye. Sala 1989’î,bûye endamê meclîsa parêzgeha Mûşê.

  • 1990, bûye serokê HEPê yê navçeya Milazgirê û serokatiyê heya bidawîhatina partiya DEPê domandiye. Heman salî hatiye girtin di girtîgeha Erzinganê de çend mehan maye.
  • 1994, mala wî şewitandine û koçê Stenbolê kiriye. Li bajarê Stenbolê yekem car xwedîtiya rojnameya Azadiya Welat kiriye. Digel xwedîtiya vê rojnameyê demek kurt xwedîtî li rojnameya rojane ya, Demokrasî (rojname) yê jî kiriye.
  • 1997‘an de bûye endamê enstîtuya kurdî ya Stenbolê. Di endamtiya xwe de xebata senatoya enstîtuyê digel hevalan daye meşandinê û bûye endamê navenda HADEP ê. Dûv re bûye endamê rêveberiya enstîtuya kurdî ya Stenbolê.

Yöyler digel xebata enstîtuyê, heft sal li ser şiroveya dîwana Melayê Cizîrî xebitiye û ev berhem pêşkêşê enstîtuyê kiriye. Di beriya dîwanê de, di sala 1997‘î de berhemek bi navê Gelperwerî û Nîjadperestî nivîsiye û bêyî ku bide weşanxaneyan belav kiriye. (Wikipedia)