Serrûpel Nûçe Gelo YEKÎTÎ ji hev dikeve?!

Gelo YEKÎTÎ ji hev dikeve?!

Belav bike

Li gor agahiyên pêbawer ku gehiştine BasNewsê, Dr. Berhem Salih li wê yekê difikire ku ji YNK’ê cuda bibe û partiyeke nû dabimezrîne. Tê gotin ku ev biryara Berhem Salih piştî wê yekê tê ku YNK’ê di hilbijartinê de deng wenda kirine û bûye hêza sêyem li Herêma Kurdistanê.

Berî çend rojan jî Berhem Salih ji AFP’ê re gotibû: ‘’Nexweşketina Talabanî zerar gehandiye pêgeha YNK’ê. Bi rastî amadenebûna Mam Celal erkê me zehmettir dike bo wêye em bi hev re bimînin.’’

Salih wiha axifîbû: ‘’Piştî Talabanî nexweş ketiye zerareke zêde gehiştiye YNK’ê, divê hinek tişt bên guhertin û em jî xwe ligel demê biguncênin, eger em wiha bawer bikin ku dê rewş her wek xwe bimîne, bi nerîna min ev têgehiştineke xelet e.’’

Dîplomatekî Rojavayî jî ku nexwestibû navê xwe eşkere bike, ji heman ajansê re gotibû; ‘’Piştî nexweşkatina Talabanî di vê hilbijartinê de YNK rûbirûyê yekem ceribandin dibe. Bi baweriya min ew bi xwe vê rastiyê dibînin bê çiqasî nêzîkê şikestinê ne. Tişta eşkere ye evna siyaseta bişexsîkirinê ye û her dema ew şexs jî ne amade be, kesî din nîne.’’

Çavdêrê siyasî yê ji bajarê Silêmaniyê Asos Herdî jî derbarê paşeroja YNK’ê de wiha dibêje: ‘’Pirsgirêka YNK’ê ew e ku kesekî wan nîne cihê Talabanî bigire, Talabanî kesê serekî yê wê hizbê bû û hemûyan guhê xwe didayê. Ew kar dikirin ku ferman dida wan. Niha kesekî din nîne ku wî karî bike.’’

Cîgirê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Dr. Berhem Salih li wê yekê difikire ku ji YNK’ê cuda bibe û partiyeke din damezrîne.
Li gor agahiyên pêbawer ku gehiştine BasNewsê, Dr. Berhem Salih li wê yekê difikire ku ji YNK’ê cuda bibe û partiyeke nû dabimezrîne. Tê gotin ku ev biryara Berhem Salih piştî wê yekê tê ku YNK’ê di hilbijartinê de deng wenda kirine û bûye hêza sêyem li Herêma Kurdistanê.

Berî çend rojan jî Berhem Salih ji AFP’ê re gotibû: ‘’Nexweşketina Talabanî zerar gehandiye pêgeha YNK’ê. Bi rastî amadenebûna Mam Celal erkê me zehmettir dike bo wêye em bi hev re bimînin.’’

Salih wiha axifîbû: ‘’Piştî Talabanî nexweş ketiye zerareke zêde gehiştiye YNK’ê, divê hinek tişt bên guhertin û em jî xwe ligel demê biguncênin, eger em wiha bawer bikin ku dê rewş her wek xwe bimîne, bi nerîna min ev têgehiştineke xelet e.’’

Dîplomatekî Rojavayî jî ku nexwestibû navê xwe eşkere bike, ji heman ajansê re gotibû; ‘’Piştî nexweşkatina Talabanî di vê hilbijartinê de YNK rûbirûyê yekem ceribandin dibe. Bi baweriya min ew bi xwe vê rastiyê dibînin bê çiqasî nêzîkê şikestinê ne. Tişta eşkere ye evna siyaseta bişexsîkirinê ye û her dema ew şexs jî ne amade be, kesî din nîne.’’

Çavdêrê siyasî yê ji bajarê Silêmaniyê Asos Herdî jî derbarê paşeroja YNK’ê de wiha dibêje: ‘’Pirsgirêka YNK’ê ew e ku kesekî wan nîne cihê Talabanî bigire, Talabanî kesê serekî yê wê hizbê bû û hemûyan guhê xwe didayê. Ew kar dikirin ku ferman dida wan. Niha kesekî din nîne ku wî karî bike.’’

– See more at: http://www.rojevakurd.com/medya_kurdi/bas/14118-Berhem-Salih-damezrandina-partiyeka-difikire.html#sthash.Jm6s2fz8.dpuf