Serrûpel Nûçe Gotinek kir û bû bela serê wî

Gotinek kir û bû bela serê wî

Belav bike

Şanda BDP çû Îmralî û hevdîtinek ligel serokê PKK pêk anî.

Deqeya dawîn hevserokê BDP Selahettin Demirtaş ji nava şandê hate derxistin.

Demirtaş li Vetoya hikûmetê rast hat. Wî, piştî vekirina pakîta demokrasiyê ji aliyê serokezîrê Tirkiyê Erdogan ve, gotibû ku ew pakêt vala ye û tiştekî wan têde tune ye. Ev jî gelekî li zora hikûmetê çûbû.

Perwîn Buldan ji televîzyona Stêrk re got, wan ligel Ocalan hevdîtin pêk anîn û li ser pêvajoyê axifîn

Ocalan gotiye ew heta niha bi pêvajoyê bi bawer e û naxwaze baweriya wî were şikandin.

Perwîn got, Demirtaş ji nava şanda wan hate derxistin.
Ocalan xwestiye li  Diyarbekirê Kongreya Îslamî ya Demokratîk were lidarxistin.

AVESTA KURD