Berîya du-sê heyvan hevalekî kevnehevalê min hat Berlînê. Ji min ra têlefon vekir, xwe da nasîn û got:
„Mamosta heke dema te hebe ez û „hevsera“ xwe em dixwezin te bibînin“
Min gotê serçavan û li cî û dema destnîşankirî me hev dît. Ji ber ku karê wê hebû “hevsera” wî nikaribû bihata. Xortekî zîrek û sempatîk bû, hevalê kevnehevalê min.
Piştê xoşbêjê di navbera sohbeta me da min jê pirsî.
Tu çima ji jina xwe ra dibêjî “hevser”?
Kenîya û got: “Ma qey şaş e?”
Min gotê, belê şaş e! Peyiveke çekirîye û xweş nîne ku meriv ji jina xwe ra bêje „hevsera“ min, ji mêrê xwe ra bêje „hevserê“ min. Li kurdî nayê. Dişibe peyiva „hevsarê“ hespê yan jî yê kerê.
Naveroka peyivê jî vala ye. Eynî mîna peyiva „hevserokên“ PKKê ku kêrê tiştekî nayên.
Bi tirkîya Dîyarbekirîyan: „Yigîdim xoş qoynî boş!“
Ji hingî min vî zimanî nas kirîye û pê peyivîme heta îro Kurdan bi peyivên resen gotine: “Jina min”, “mêrê min”, “Ew jin û mêrên hev in” yan jî “Vê mêr kirîye”, “Vî jin anîye” ûwd..
Heke ev peyivên “jin û mêr” zêde li xweşa we nayê, bêhna we ji teng bûye, peyiva “hevjîn” bi kar bînin. Jin û mêr çê û xirab bi hev ra dijîn, neku bi hev ra dibin ser, serek! Ne hevserên hev, hevjînên hev in, jin û mêr.
Jixwe sergêjîyên me yên zimên pir in, îcar ji kerema xwe bi van peyivên çêkirî sergêjîyên nû çênekin. Bêhna xanimê-camêrî teng dibe, ji cîyek dibihîze, yan jî ji xwe va gotinek derdixe davê nav zimên.
Herçiqas çend kes ji nivşên nû bi nezanî bi van gotinên çêkirî bipeyivin jî, tabî nagire, li cîyê xwe rûnayinên gotinên wisa çêkirî.
Rehma xwedê li mirîyên we be, li wî be jî mamê Feqe Huseyîn wisa peyivan çêdikir, ku hîn jî milet nizane ka tên çê vateyî, mîna “hêman”, “wane”, “hewisîn”, “pêşerî”, “axabendî” û felan…
Ka ji kere ma xwe lêhatina naveroka van çend peyivan ji min ra vebêjin, daku ez jî bêjim, temam, baş e! Zimanê me bi van peyivên çêkirî dewlemendtir dibe!
“Dengandin, demjimêr (vê jî şibandine katjimêra soranî), haşibîn, heyn, himat, kidîn, lobîn, eprax, sarme, dûrbihîstok, henase ûwd..
De kerem kin vebêjin!