We bi polîtîkayên xwe yên jixwenebawer û şimitok ev sîh sal in Kurdistanê di nava şer da westand û niha hun bûne parsekên aştîyê!
Hun dilşa ne?
Dijmin banga we ya aştîyê, bi feraseta „aştîya“ xwe ya ; „yek al, yek ol, yek millet..“ dibersivîne û hun bi gotin û kirinên xwe yên berê ji vê ra jî dibêjin „erê“! We peyivên „aştî“ û „biratîyê“ kirîye pêleyîstoka destên sîyesetmedarên dagirkran!
Hun ne ji hev ra! Lê ji dijmin ra bira ne!
Hun dilşa ne?
We li ber mela Evdilayê Timoqî digot, kemalîzm serê zarokên we şûştîye. We di pirtûka xwe ya “Welatparêzîya Kurdistan” da (ku ji alîyê min vî bextereşê da ji zimanê we yê fermî yê tirkî hatibû wergerandin bi kurdî), digot: “Bavê M. Kemal yekî nedîyar ê Selanîkî bû.” Niha hun wî kemalîzmê, wê dewleta wî yê xwînî careke din dikin şîr û şekir, bi qurbanîyan didin xwarin û hezkirin!
Hun dilşa ne?
Hun ji çep û kemalîstên tirk ra partîyan çêdikin û dîyarîyê wan dikin! Ew çepên çileqeyên beredayî jî di wan partîyan da çi ji destên wan tê dikin, ji bo ku Kurd negihîjên mafên xwe yên rewa yên neteweyî!
Hun dilşa ne?
Hun ne dihêlin Kurdistan rizgar bibe û ne jî dihêlin hestên Kurdistanî xurt bibe! Sirf ji bo seroktîya we ji destên we derneyê. Ji bo we hebe, nebe berjewendîyên we yên partî, malbatî û kesînî ye! Çi li bakûr, çi jî li başûr, ji nehêzbûn û valatîya hestên Kurdistanî partî û komikên îslamîst xurt dibin li Kurdistanê..! Sibeyê ew desthilatdar bin wey li halê we û li yê Kurdistanê jî…
Hun dilşa ne?
Çi serokwezîr, çi rojnamevanek tirk bi hîlle û desîse were serdana we, yan jî silavekî biçûk ji we ra bişîne, hun çi şaredar, çi fermandar yan jî çi sîyasetmedareke/î Kurd bin, ji kêf û şabûnê sîh û du diranên we dixuyên. Piştê her hîlle û desiseyê milletê Kurd darbeyekî dixwe û zirarekî dibîne ji wê dewletê!
Hun dilşa ne?
Herroj pişavtina zarokên Kurd di dibistanên asîmîlayonê da, mîna ku ev têr nekiribe dastûrdayîna we ji bo dibistan û kursên tirkî li parçeyên mayîn ên Kurdistanê jî!
Hun dilşa ne?
Ji bîr mekin! Parçeya herî mezin bakûrê Kurdistanê ye. Dayîka niştiman e ew. Heta ev dayîk di destên dijminên bav û kalan da dîl be, dagirkerên tirk har û desthilat bin li vê parçeyê, ewlehîya parçeyên mayîn jî nîne!
Hun hemû partî, rêxistin û desthilatên Kurdistanê! Hun hemû bi hev ra berê xwe nedin paytext Amedê, neçin rizgarkirina wî, bi vexwendina serokwezîrê tirk herin wê derê, hun dê bibin sedemê xwebiçukkirina xwe û mezinkirina dagirkerên tirk li Kurdistanê!
Şanenavê we serokdewlet û serokwezîrê Kurdistanê be jî li başûr, di çavên wan dijminên bavûbavpîran da, hun mîna walîyekî AKPyî yê “Erbîlê” ne. Ew xwe bi we mezin dikin!
Hun dilşa ne?
Dagirkerên tirk xwestin bi rêya hunermendên deşilqandî yên mîna Celal Guzelsel, N. Sesîguzel ûwd dengê Kawîs Axa, Mihmed Arif, Karapêtê Xaço, radyoya Êrîvanê ji ser miletê Kurd bibirin, muzîka Kurdî birûxînin, lê bi ser neketin.
Paşê ji bo dengê Aram, Şivan û hunermendên Kurd ên din asteng bikin li nava xelkê Kurd, bi planên zirav û derfetdayînên mezin deşilqandîyên mîna I. Tatlîses, I. Altinmeşe, Kuçuk Emrah felan, bi rêya arabeskê derxistin bazarê. Bi rêya wan xesandîyan tirkî bi Kurdan dan hezkirin.
Niha mîna ku qet tiştek nebûbe, hîç zirarek negihîştibe milletê Kurd, hun wî Şivanî bi xwe ra dibin Amedê, destên wî dixin nava destên wî Tatlîsesî û wî serokwezîrê Tirk, wan li hev dibanîn, ji “şayîyê” bi rondikên sexte bi ser hev da digirîn û resiman dikişînin!
Hun dilşa ne?
Bi navê “rewşenbîr”, “sîyasetmedar”, “hunermend” û nizanim çi yên Kurd, medîyaya tirk ji we ra bûye rawastgeh! Yek ji wan rojek mîkrofonê dirêje we neke, ew şev xew nakeve çavên we!
Hun dilşa ne?
Dewleta tirk li ser “Turksata”xwe cî dide têlevîzyonên we ku hun ji wir weşanê bikin! Îro satelît dide we, sibeyê jî wê bernameyên xwe bide ber we. Heta wê demê jî hun dê bi xizmetkarîyeke mezin amade bin ji bo xwendina bernameyên wan.
Hun dilşa ne?
Ji bo pêknehatina Kongreya Neteweyî qet hev gunehbar mekin!
Sûcê navêjin stûyên hêzên derva!
Heta berê we li Enqere, Tehran û Şamê be, girtina destên hev tahl û yên serokwezîrên wan paytextan şirîn be ji bo we, hun ê nehêlin vîna neteweyî derê holê.
Ne dem û zeman, berevacî berjewendîyên we yên partî, hizbî, seroktî, kesîtî ne guncav e ji bo pêkhatina Kongreya neteweyî.
Bawerîya min nemaye bi we, ku hun Kurdistanê rizgar û milletê Kurd azad bikin!
Zêde neheqîyê nekim!
Erê, hun dixwezin kongreyeke neteweyî hebe, lê heke tenê hun abadîn serokê wê bin!
Hun bextewar û Hun dilşa ne ji vê rewşê?
Berlîn, 21 Mijdar 2013