Ji ber vê bi zimanê zikmakî perwerde dîtin mafê her mirov û miletê ye. Mafê ku Xwedê daye tu kes nikare ji mirov bigre, wê ku zimanê mirov qedexe bike jî li ber Xwedê asê dibe. Ji bo ku mirov zimanê xwe hîn bibe hewce ye mafê perwerdehiya zimanê zikmakî bibîne û ferz e! Car jî perwerdehiya bi zimanê zikmakî çawa ku mafê her miletê ye mafê netewa Kurd e jî.
Kurd di war û welatê xwe de çawa ku bê perwerdeya zimanê xwe yê zikmakî dijî li Qafqayayê jî bê perwerde dijîn. Kurd hemwelatî dewletên Qafkasê ne lê mafê perwerdeyê wî tuneye.
Piştî şerê Rûs-Îran-Osmaniyan û li ber serhildanan Rûsya, Kurdan ji vê dewerê mişexit kirin û di nav dewletên qefqasê de li gund û dewletan de bi parçe parçe kirin û di nava xwe de belav kirin û bi cih kirin. Dawiyê jî Dewleta Ermenîstanê Kurdên misilman ji welatên xwe derxistin.
Kurdên ku li herêma Qafqasê dijîn (Lê Kurdên Ezerbeycanê zêde bişaftinin û kurdî nizanin) yên Kurdiya xwe ji bîr nekirine an jî malbatên Kurd yên ku bi zimanê zikmakî diaxivin bê xêra dapîr, bapîr an jî bi xêra kalanên xwe ji bîr nekirine Ez vê xîretê pir girîng dibînim. Divê Kurd paya dapîr û bapîrên xwe tu car kêmanî nebînin. Lê niha ser vê nasekinim ev mijarek din e.
Li Qafqasê Kurdolojî
Di lêkolînê de ez dibînim ku di nav dewletan de Kurdzaniya ku herî pêşketiye Rûsya ye; Rûsya cara ewul di bin “Akedemiya Zanistî ya Çarliga Rûsyayê” de ji alê endamê Akademîyê Pallas “ Ferhenga Muqeyeskirî” amede kiriye, di nava vî ferhengî de 276 bêjeyên Kurdî hatine dîtin. Paşê jî em dibînin ku di herba Rûs-Îranê(1828) de pirtûka Şerefnameyê birine Zaningeha S. Petersburgê(Leningrad) .
Dîsa Konsolosê Erzûrumê yê Rûsyayê Aleksandir Jaba di 1856-58an de çîrokên kurdî, derbê mesel û kilaman berhevkiriye lî ber de jî qlasikên Kurdî, destnivîsên Kurdî berhevkiriye û şandiye Rûsyayê wergerandine zimanê xwe û pirtûka “Bijarteyên nivîskarên Kurd yê kalasik” çapkiriye. Di dema Sowyetê de di serdema Çarligê de her çiqas perwerdehiya Kurdan tunebû jî lê alê Kurdanzaniyên Rûs nivîs li ser Kurdan dihate nivîsandin.
Li Rûsyayê zanîngeha ku li ser Kurdzaniyê disekinî Zanîngeha St. Petesburgê bû, di bin St. Petesburgê Enstituya Rojhilatê de cara yekem(1931) seminerek Kurdî hatiye li darxistin, ev semîner ji alê İsak Sukerman û Qanadê Kurdo ve hate dayîn.
Di bin vê beşa kurdzaniyê de di 1931ê de ji alê Heciyê Cindî, Eminê Evdal, Casimê Celil û wd. “Komisyona Lêkolîna Çanda kurd” hatiye damizrandin. Û nêzeka 600 rûpel nivîs dane hev û hatine weşandin.
Li Ermenîstanêd hewldana Haciyê Cindî li Ermenîstanê beşa Kurdzaniyê vebûye, û gelek rewşenbirên kurd tê de xwendine. Di vê serdemê de Ereb Şemo û İshak Maragulav (bi xwe Suryanî ye) pirtûka Elfabê amedekirine.
Dixuye ku Rûsya ji bo kurdên qafqasê tiştek nekiribe an jî ku bi kêmasî be jî lê pispor an akedemisyenên xwe teşwiq kirine ku di warê Kurdzaniyê de bixebitin.
Di Kurdzaniya Rûsyayê de Kurdzanên Rûs: lêkolîner Piyotir Lerch, Aleksandir jaba, Bazil Nikitin,F.Charmo, I.A. Orbeli Margulov û Şamilov, Frejman Vladimir Minorsky
Kurdzanên Kurdên Qafqasê; Ordixanê Celil, Celilê Celil, Heciyê Cindî,Maksime Xemo, Zera Usıf, Kerim Eyubi, Wezîrê Eşo, Hejarê Şamîl,Şamîl Esgerov,Huseyin Kurdoglu,Erep Şemo Şamilov, Şerefe Eşîr, Şekroyê Xudoyê Mihoyan, Ehmed Mirazî,
Li aliye din jî di nav Kurdên Qafqasê de Kurd di nav xwe de sazî ava kirine; ev jî mal, navend û komel in, di nav van de qursên Kurdî, semîner û panel li darxistine.
Li Nav Kurdên Qafqasê Perwerdeya Fermî/Taybet
Perwerdehiya Kurdî ya dewletê yên fermî:
Îro di dibistanên nav dewletên Qafqasê de perwerdehiya bingehîn ya bi Kurdî tunenin, lêbelê li dersên bijarte yê fermî li Gurcistan,Tiflîs dersên bijarte henin lê zêde bi kar naynîn. Lê lî vîr welatan de dersên bijarte didomin lê pir nayê bi kar anîn. Li Ermenistanê jî tenê li 12 Gundên Elegezê dersa bijarte ji bo zarokên Kurdan hene.
“Li Azerbaycanê, di sala 1993an de bi alikariya nivîskar Hejar Şamil destûreke dersa hilbijartiyê ji bo du gundan ku Kurd tê(li navçeya Xanlar gundên Qedili û Seyidler) de dijîn girtibû lê niha dersa Kurdî nayê dayîn.” *
Beşên Kurdzaniyê di bin Enstîtu û Zaningehên Rûsyayê -Sankt Peterburg (Leningrad), Yerîwanê, Kazaxistanê û Kırgizistanê hene lê xebat pir tuneye an jî pir hêdî dimeşe û ev beş xwendevanan nagrin. Car jî em dibinin ku dibistana Bilind Pedegoga Şuşa beşa Kurdî (Azerbeycan-1931-37) vebûye lê paşê hatiye girtin.
Li Kazakîstanê li warê Kurdan de di dibîstanan de dersa bijarte heye.
Perwerdehiya Komel û Navendên Kurd yên Taybet:
Kurdên qafqasyayê kêm zede din av xwe de komel vekirine ev ji bo hebûna Kurdên qafqasê gelek girînge, çimkî din av miletên biyanî de parastina çand û ziman gelek zor û zahmet e. Komel , navend an malên ku ji alê Kurdan ve hatine sazkirin ev in:
Li herema Saratov: 5 Navenda Çand-Netewî, 3 Qursa Perwerdehiya Kurd û Mala Kurd hene. Li Ozonkî Mala Kurd û Komeleya Kurd hene
Herema Tambov: Koma Folklorê û Qursa perwerdehiya Kurdî
Herema Kursk: Kurd di nava xwe de karên Çandî dikin
Herêma Nijnî Novgorod: rêxistinên çandî hene
Sankt-Petesburg(Leningrad-Rûsya) Komeleya Kurdistanê heye
Adigey: Navenda Çanda Kurd
Di lêkolînê de em dibinin ku tu li mektebên dewletên Qafqasê de perwerdehiya bingehî ya bi zimanê Kurdî tuneye û mafê perwerdehiyê nehatiye dayîn ku Kurd bi zimanê xwe perwerde bibînin. Ev rewş ji bo kurdan pişaftinekî mezin e, lê divê Kurd jî hişyarbin ku xwe, çanda xwe û zimanê xwe ji pişaftinê xelas bike divê bi komel an jî bi dibistanên taybet ji xwe re ava bike û zarokên xwe bişîne mektebên beriya dibîstana ku wiha nebe û hewldan tunebe wê xwe çawa xwe ji pişaftinê biparêze.
Paşa Amedî
Çavkanî
1-Atmaca, Metin radikal, Kürdoloji’nin dünü, bugünü ve yarını
2- Durgun, Doğan, Sovyet Deneyimin Doğu dillerine katkısı
3- Netewe, Rêya Teze
4- Hajarê şamîl/Diaspora Kürtleri
5- * Bi rêya peyamê Hejar şamîl gotiye.