Tê zanin ku li Amedê ji bo cihê Osman Baydemîr, ji BDPê Gulten Kişanak wekî namzeta şaredariyê hat nişan dayîn. Li ser daxwaza Ocalan ê ku “Baydemîr bibe namzeta şaredariya Rihayê” xebata qanîkirina Baydemîr demek direj dewamkir û Baydemîr hat qanîkirin.
Baydemîr li ser twitterê ji kesên ku dixwazin ev bibe namzetê şaredariya Rihayê re spasiya xwe anî zimên. (Xeberên Kurdî)