Ocalan dizanê ku pêwendiyên Zana li gel Barzanî başin û herweha serokê Kurdistanê jî girîngiyekî dide kesayeta Zana. Ji bo vê yekê Ocalan dixwaze cardin menewrayek siyasî bike û Leyla bixê dewrê de.
Wek tê zanîn Ocalan nikare di hevdîtinan de nameya binivîse û bide heyata ku serdana wî dikin. Ew namê tê nivîsandin, teslîmê berpirsê Îmralî tê kirin û ew jî nameyê didin MITê. Piştî erêkirin û serastkirina nameyê cardin name bi çavderiya endamek yê MITê digihê cihê xwe.
Baş tê zanîn ku ji bo serokê Kurdistanê hevkariyekî di nava tevgera kurd li Rojavayê Kurdistanê de pêkbîne gelek hewl dan. Paymana Hewlêr û Destaya Bilind hatin avakirin. Lê tu cara PYDê guh neda van hevpeymaniya. Wek xwe kir , hevkariya rejimê kir û bi hêza ku ji rejimê standî tundî li dijê hêzên din yên kurd karanî. Ev yek hêjî berdewame.
Herweha ji berî kongreya Ceneva 2ê cardin Leyla Zana û Osman Baydemir serdana Kurdistanê kirin û ji serokê Kurdistanê daxwaz kirin ku, şansek din bidin PYDê û PYD û ENSK cardin hev bibînin.
Di vê derbarê de tişta ez dizanim serokê Kurdistanê bê ku biryareke bide li gel ENKS hevdîtinek pêkanî û ji wan re got: Min ji bo yekrêziya Kurdên Rojavayê Kurdistanê gelek hewldan. Tu baweriya min li PYDê nemaye ku em cardin bikaribin hevkariyekî pêkbînin. Lê Zana û Baydemir hatine daxwaza hewldanek din dikin. Veca biryar ya weye.
Li ser vê yekê ENKS biryar da cardin hevdîtin li gel PYDê berdewambin. Heftiyek sax bi çavderiya serokatiya Diwana Serokatiya Kurdistanê de hevdîtin di navbera heyetên ENKS û PYDê de berdewam kirin. Lê tu encam jê derneketin.
Niha cardin PKK bi rêya Ocalan dixwaze Kongreya Netewî çêbibe. Ji berî her tiştekî divê PKK/PYD di derbarê yekitiya Kurdên Rojava xwe yekalî bike. Ev pirsgirêka PKKê û Ocalan e. Duyem gelek vekiriye ku di vê pêvajoyê de mercên çêkirina Kongreyek Netewî tuneye. Di vê pêvajoyê de pêkanîna Kongreyek Netewî meşru kirina siyaseta PKKê ya çewte. Kongre Çêbêjî wek civînên navbera PYDê û ENKS tu encam jê dernakeve.
Lê Mixabin di derbara vê yekê de partiyên din yên Kurdistanî qet deng dernaxin û ne xwedî helwestekîne. Hemû jî dizanin ku mercên Kongreyek netewî tuneye. Başe eger li Rojavayê Kurdistanê şerek vekirî di navbera PYDê û partiyên din yên kurd de hebê û di mercên Kurdistana Rojava de nikaribin yekitiyekî avabikin bi hevre tevbigerin, dê çewe Kongreyek Netewî de werin bahevûdin?
Li beşên din yên Kurdistanê heta PKK nakokiyên xwe û partiyên din çareser neke dê çewe di kongreyek netewî de li gel hev amade bibin.
Îro mirov li medya PKKê binêre hêj PDKê bi xanetê û Barzanî jî bi tiştên xirab îtham dike. Malperên wek Lekolin û ANF rojane şerê serokê Kurdistanê û PDKê dikin. Başe di zemînek bi vî awayî de çewe behsa Kongreyek Netewî tê kirin.
Ocalan di vê pêvajoyê de tenê dixwaze niyeta serokê Kurdistanê ya pakij suîstimal bike.
Serokê Kurdistanê û desthilatdariya Kurdistana Başûr ji bo yekitiyekî di navbera tevgera Kurdistanî de bi giştî peyda bike gelek hewldanên hêja kirin. Lê PKKê her demî ev yek têk da û rojane li gora siyaseta Suriye û Îranê helwesta xwe diyar kir.
PKK dileyze lê nabê Başûr bê leyiztikê.
26.1.2014
Dara Bilek
Leyla Zana û Sirri Sureya serdana Ocalan kirin. Bê guman çûyîna Leyla Zana ya Îmralî balkêş bû. Piştî havdîtinê Zana ragihand ku ji bo başbûna pêwendiyên navbera Kurdistana Başûr û PYDê û herweha ji bo çêkirina Kongreya Netewî dê Abdullah Ocalan nameyekî ji serokê Kurdistanê re binivîse.

– See more at: http://www.rojevakurd.com/nivisar/15034-PKK-dileyze-Bar.html#sthash.ErbtJXlM.dpuf