Serrûpel Nûçe MIT li her kesî guhdarî dike

MIT li her kesî guhdarî dike

Belav bike

Alîkarê Serokwezîr Beşîr Atalay di komîsyonê de bi ser navê hikûmetê axaftinek kir û bilêv kir ku di Serokatiya Serokwezîr de koordînasyonek tê pêşdîtin lê bi pêşniyazê ve ev rewş guherî û şiklî berê dê bê parastin.

Atalay diyar kir ku di pêşniyazê de xalên derheqê çapemeniyê de dê bên guhertin û got: “Em di cizayan de hinek kêmkirinê pêşdibînin.”

Atalay di axaftina xwe de got, ku niha bi biryara dadgehê nêzî 2 hezar û 473 kes ku piraniya wan kesên biyanî ne, ji hêla MÎTê ve tên guhdarîkirin. trtxeber