Serrûpel Nûçe Erdogan di telefonê de ji kurê xwe re çi dibêje?

Erdogan di telefonê de ji kurê xwe re çi dibêje?

Belav bike

Serokwezîr Erdogan di despêka axaftina xwe de 3yemîn salvegera mirina Serokwezirê berê Prof. Dr. Necmettîn Erbakan bi bîr anî, ji Xwedê rehmet xwest û paşê li ser mijarên rojevê axivî.

Erdogan qala derbeyan kir û pêvajoya 28ê sibatê ya ku li Tirkiyeyê wek ‘derbeya postmodern’ tê binavkirin anî rojevê. Erdogan got ku kesên ku di derbeya 28ê sibatê de zirareke mezin dan Tirkiyeyê îro disâ hewl didin ku derbeyekê bikin. Erdogan pêvajoya di 17 çileya pêşîn de dest pê kir jî şibande pêvajoya 28ê sibatê û diyar kir ku yên ku xwestin îro derbeyê bikin, piştgirî dan derbeya 28ê sibatê jî.

Erdogan diyar kir ku di derbeya 12ê îlonê û 28ê sibatê de jî îradeya gel ji gel stendin û ev îrade bi çeteyen re parve kirin. Erdogan got ku wan kesan ev îrade bi tenê gel re parve nekirin û gel ji dewletê dûr xistin. Lê wek hikûmet ew dê îradaya gel tu carî bi çete û hêzên din re parve nekin. 

Erdogan destnîşan kir ku kesên derbexwaz her tim gel wek ‘keriyê pêz’ dibînin û rexne li CHPê kir û qala dîroka wê kir. Erdogan diyar kir ku berê gel bi eşkere rayên xwe dida, lê ew rayên wan bi dizî dihatin guhertin û got ku CHPê her tim bi vî awayî dewlet îdare kiriye.

Erdogan axaftina xwe wiha domand:

“Îro dîsa mijara ‘dê kê gel îdare bike?’ anîn rojevê. Ev kes bê heya û bê şerm in. Van kesan welatiyên li Sêwas û Yozgatê kom bûn wek ’keriyê pêz’ nirxandin. Ew kes 68 sal in ku ji gel re dibêjin ‘keriyê pêz’. Lê 68 sal e ku gel dersê dide wan, ew dîsa jî fem nakin. Êdî haya gel ji hert tiştî heye. Gel manşet û tevgerên wan rind fêm dike. We Serokwezirê ku hat hilbijartin (Adnan Menderes) dar ve kir. Ev gel tu carê we efû nake. Ev gel êdî diçe li ser sandoqan û gotinên xwe bi awayekî eşkere diyar dike.”

Serokwezîr Erdogan eşkere kir ku gel bi kelecan û coş benda hilbijartina herêmî ya 30yê adarê ye û êdî gel guh nade êxtiyan, gel helwestên wan ên derbeyê dibînê û bersiva wan dide.

Der barê pêvajoya 17ê çileya pêşîn de jî Serokwezîr Erdogan daxuyand ku ev ‘komplo’ ye û bi vê komployê ve wan xwest ku bibin şirîkên îradeye gel. Lê me nehişt ku ew bigihêjin vê armancê. Erdogan anî ziman ku, ew nikarin ji xwîn, mirin û faîzê desthilatiyê bigrin û pere qezenc bikin, lobiya teror û lobiya faîzê, CHP û MHP ji polîtîkayên AK Partiyê aciz in lê gel hemberî wan lobiyan îro xwedî partî û welatê xwe derdikeve.

Erdogan der heqê dengên qeydkirî yên ku duh şev li ser malperan hatin belavkirin jî sekinî. Erdogan qeyd wek ‘dublaj’ û ‘piyes’ê bi nav kir û wiha got: “Ez çend hefte ye ku dibêjim di destê we de çi heye derxin holê, lê ew radibin montajan çêkin. Yanî edeb, rê û rêbazên derewan jî heye. Ez ji we natirsim û serê xwe li ber we jî natewînim. Çi ji deste wan tê bila bikin. Montajên çawa dikin bila bikin, lê gotina dawiyê dê gel bibêje. Heta ku em hebin, em ê îradeya gel ji tu kesî re parve nekin û destûrê jî nedin. Em teslîmê siyaseta kasêtan nabin.”

Erdogan rexneyên xwe yên li dijî ‘Dewleta Paralel’ wiha anî ziman: “Duh di rojnameyan de we dît. 7 hezar kes guhdar kirine û li dijî welatiyan şantajan dikin. Her kes guhdar kirine, lê bi tenê mirovên xwe guhdar nekirine. Hun dikarin bi kasêtan hin serokên partiyan biguherînin. Yên ku difikirin ku em ê bi kasêtên montajan teslîm bibin, bi tenê xeyalan dibînin. Em teslîmê siyaseta kasêtan nabin. Em ê her tim bersîvên wan bidin.”

Serokwezîr Erdogan got ji bo ku wî li ber çavên gel piçûk bixin ev operesyon tên kirin, ev montaj û dafikên qirêj derdixin holê. Erdogan diyar kir ku ev operasyon ne li dijî şexsê wî ye, li dijî serokwezirê Tirkiyeyê ye. Ew kesên ku van operasyonan dikin rezîl bûn û dê hê jî rezîl bibin. Ew kes nizanin ku li ser hemû hesaban hêsabê Xwedê heye. Erdogan der heqê kesên ku hatine guhdarkirin de jî got ku ev kes qaşo endamên rêxistinên terorê ne û bi tenê di dosyayekê de 2 hezar û 280 kes hatine guhdarkirin. Lê li gor nûçeyan 7 hezar kes di lîsteyê de ne. Di nav wan de rojnamevan, endamên sendîqayan, akademîsyen û siyasetmedar jî hene, lê bi tenê mirovên wan tunin.

Serokwezîr Erdogan da zanîn ku li TUBÎTAKê telefonên bikrîpto yên dewletê jî ji aliyê van kesan ve ji bo guhdarkirinê hatine bikaranîn û wiha got “Ev kes ew qas xayîn in.”

Erdogan wiha axivî:

“Rojnamegerên ku bûn fîgûrên derbeya 17ê çileya pêşîn der barê wan guhdarkirine de tiştek negotin, lê daxuyaniya serokê rêxistina paralel di wan rojnameyan de cih girt. Xêncî me kê dijî wan derket? Ez niha ji dadgeh, CHP, MHP û Deniz Baykal dipirsim, hûnê heta kingê bê deng bimînin? Hûn bi wan kasêtan neçûn? Rêvebirên MHPê û Serokê CHPê bi wan kasêtan ji wezîfeyê dûr neketin? Bila her kes bizanibe ku yên ku bê deng dimînin dibin hevkarên wan guhdarkirin û şantajan. Em bê deng naminîn, natirsin û em ê wan jî, yên ku bi wan re hevkariyê dikin, wisa bikin ku ew ê nikaribin derkevin kolanan.” AA