Serrûpel Nûçe “Divî hemû Kurd li KObanî xwedî derkevin”

“Divî hemû Kurd li KObanî xwedî derkevin”

Belav bike


Di daxuyaniyê de hate gotin ku hêzên YPG’ê ku li ser bingehekî neteweyî hatiye damezirandin ji destpêka damezirandina xwe ve erka parastina hemû pêkhateyên herêmên Rojava daye ser milê xwe û bersiva hemû cûreyên êrîşan li dijî gelê herêmê didin. Di daxuyaniyê de hate bi bîr xistin ku hêzên YPG’ê ji bo gelê herêmê bi ewlekarî û aramî li ser xaka xwe ya dîrokî jiyan bike, tişta xwe ya herî giran buha feda kiriye û gelek endamên YPG’ê jiyana xwe ji dest dan.

‘LI GEL NAKOKIYÊN SIYASÎ JÎ EM BI ERKA XWE RABÛN’

Di berdewama daxuyaniyê de nakokiyên di navber partî û rêxistinên siyasî yên Rojava hatin bi bîr xistin û hate gotin ku hêzên YPG’ê tevî hemû nakokiyan, bê cudahî parastina hemû pêkhateyên herêmê kir û wiha hate domandin:  “Yekîneyên me dê xeta xwe ya parastinê dewam bike û heta ku yekîneyên me hebin, dê bi qehremanî li dijî dijberên gel li ber xwe bidin û tevî derfetên xwe yên kêm jî dê heta dawî erka xwe ya parastinê  pêk bîne.”

Di daxuyaniyê de der barê êrîşên komên çete yên DAIŞ’ê de ku li dijî herêma Kobanê pêk tê û valakirina gundên Girê Spî (Til Ebyedê) û Reqayê û koçberkirina wan wiha hate gotin: “Tiştên ku jêre plan dikin ji girtina herêma Rimêlan û derdora wê û qutkirina herêmên Rojava ji hev, her wiha bêdengiya çapemeniya Erebî û Navneteweyî, bê xemiya opozîsyona Sûriyê di serî de Koalîsyona Opozisyona Sûriyê derbeyek mezin a li dijî hemû gelê kurd e. Planên behsa mijarê li dijî erd, gel, çand û dîroka kurdan pêk tê. Ji ber vê yekê gêjbûna siyasiye ku ev êrîş û plan li dijî aliyekî bêne binavkirin.”

JI FERMANDARIYA YPG’Ê BANGA YEKITIYÊ

Fermandariya Giştî ya YPG’ê di berdewama daxuyaniya xwe de bang li partî û rêxistinên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê kir û wiha pêde çû: “Ji ber ku me berpirsyariyeke dîrokî girtye ser milê xwe, em bang li hemû rêxistin, partî, aliyên siyasî, tevgerên ciwanan û jinan, kesayetên serbixwe û berpirsyarên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ên herêmên Cizîrê, Kobanê û Efrînê, Encumena Niştiman Kurd li Sûriyê (ENKS), Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) dikin ku nakokiyên xwe bidin aliyekî û di vê dema hesas de hêzên xwe bikin yek.”

‘PÊWÎSTE HÊZÊN KURDISTANÎ ERKA XWE YA NETEWEYÎ BI CIH BÎNIN’

Di daxuyaniyê de her wiha bang li hêzên Kurdistanî jî hate kirin ku erka xwe ya neteweyî pêk bînin û wiha hate domandin: “Bang me ji hêzên Kurdistanî û di serî de Serokatiya Herêma Başûrê Kurdistanê, Rêveberiya Koma Civakên Kurdistanê (KCK), Partî Demokratî Kurdistan (PDK), partiya Aştî û Demokratiyê (BDP), Yekitiya Niştimanî Kurdistanê (YNK), Tevgera Goran û hemû hêzên Kurdistanî yên din ku bi erka  xwe ya netewî derbarê êrîşên li dijî Rojava pêk bînin. Em di wê baweriyê de ne ku Rojava dê serbikeve û ev serkeftin dê ya hemû gelê Kurdistanê be.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku YPG’ê partî û rêxistinên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê ji berpirsyariya wan a netewî û dîrokî dihêlin û wiha daxuyanî hate bidawîkirin: “Em wekî YPG’ê ji destpêkê ve me soz daye ku em ê parastina welat û gelê xwe bikin, em  careke din soza xwe dubar dikin ku em ê heta dawî erka xwe pêk bînin.” anf