Mezat li eyalata Marylanda Amerîkayê hat lidarxistin û 4 berhevkarên ku dixwestin bibin xwediyê vê xelatê beşdarî mezatê bûn.
Ji sala 1901an vir ve 94 Xelatên Nobelê hatin belavkirin. Xelata sala 1936an dabûn Wezîrê Karên Derve yê Arjantînê yê wê demê Carlos Saavedra Lamas. Ji ber ku Lamas hewl dabû ku şerê di navbera Bolîvya û Paraguayê (1932-1935) dawî bibe ev xelata wergirtibû. Lamas di sala 1959an de mir.
Piştî ku Lamas mir xelat çend caran kete destê kesên din. 20 sal ewil berhevkarekî amerîkî xelat li Amerîkaya Başûr di firoşgeha tefeciyekî de dîtibû.
Xelata Aştiyê ya Nobelê ya sala 1903an jî li Londrayê di sala 1985an de di mezatekê de 17 hezar dolarî hatibû firotan. AA