Serrûpel Nûçe Civîna Parlamentoyê wê li Kerkûkê çêbibe

Civîna Parlamentoyê wê li Kerkûkê çêbibe

Belav bike


Umêd Xoşnaw da zanîn ku yek ji wan pêşniyaran ji aliyê Fraksyona PDK’ê ve hatiye kirin, ew jî ew bû ku civîna bê ya parlamentoyê li Kerkûkê be û meaşê pileyên taybet bê birîn û bidin Pêşmerge û fermanberên asayî.

Serokê Fraksyona PDK’ê li Parlamentoya Kurdistanê Umêd Xoşnaw ji BasNeswê re got: “Me li gor peyrewa navxwe ya Parlamentoya Kurdistanê, ku rê dide civînên parlamentoyê li holeke din bên lidarxistin, me daxwaz kir civîneke parlamentoyê li Kerkûkê be, wek sembola wan nveçyên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, armanca wê civînê jî piştarstkirine ku ew navçe Kurdistanî ne û duyem piştgiriya xwestekên xelkê ye, sêyem jî piştgiriya pêşveçûna Pêşmerge.”

Xoşanw ragehand ku di wê civînê de pêşniyar kirine ku meaşê hemû pileyên taybet ên partiyan û hikûmetê di vê rewşa niha de were qutkirin û bi biryara parlamentoyê û bidin Pêşmerge û fermanberên asayî. (BAS)