Serrûpel Nûçe YPG 5 gerîlayên wendabûyî Şehîd îlan dike

YPG 5 gerîlayên wendabûyî Şehîd îlan dike

Belav bike

Duh, navenda ragihandina YPG di daxuyaniyekê de navên 5 şervanên xwe yên ku di 12ê Tîrmehê de li nêzîkî gundê Cibnê li rojavayê herêma Kobanî wenda bibûn, bi fermî ew wekî şehîdan ragihandin.

 

Çavkaniyekê ji navenda ragihandina YPGê li herêma Kobanî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, di şerekî li nêzîkî gundê Cibnê de li dijî rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) di 12ê Tîrmehê de, peywendiya YPGê ji grûpeke şervanan re qut bibû, lê piştre DAÎŞê wêneyên wan şervanan şehîdbûyî li ser torên civakî belav kiribûn, YPGê jî ji aliyê xwe ve bi rengekî fermî navên wan şervana şehîd ragihandin.

 

Herwiha heman jêderê ji Rûdawê re gotibû, ku di van 2 rojên borî de, ku YPGê li nêzîkî gundê Cibnê li rojavayê herêma Kobanî, û li gundê Ehmediyê li rojhilatê herêma Kobanî hin çekdarên DAÎŞê kuştine û hinek jî birîndar kirine.

 

Li alîkî din û li gorî peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li herêma Kobanî, duh, Duşemê, di encama topbarankirina DAÎŞê ser gundên Kopirlig, Serzorî, Cirin û Huriyê re li rojhilatê herêma Kobanî, şervanekî YPGê ku ew ji herêma Efrînê bû û bi navê Ebdelah Mistefa şehîd bibû û şervanek jî birîndar bibû. Rûdaw