Serrûpel Nûçe Obama sînorê şerê li dijî DAIŞ nas nake

Obama sînorê şerê li dijî DAIŞ nas nake

Belav bike

Weke ku dihat çaverêkirin, Barack Obamadi peyama xwe de ku îro saet 04:00 sibê bi dema Hewlêrê li Koşpa Spî pêşkêş kir, stratejiya xwe ya li dijî DAIŞê eşkere kir û da zanîn ku dê operasyon û êrişên hewayî yên li dijî DAIŞê li Iraqê bidomin û got, ev êriş dê li dijî çeperên DAIŞê “li her derî” bên kirin.

Serokê Amerîka anî ziman ku ew ne tenê li Iraqê dê li dijî Sûriyê jî êrişî DAIŞê bikin û di vê yekê de qet dudiliyê nakin.

Barack Obama diyar kir ku di şerê li dijî DAIŞê de nikarin bi Beşa Esed bawer bikin û ragihand, li şûna rêjîma Esed dê bi hêzên dijbereyê re kar bikin.

Obama tekez kir ku Amerîka nehêle ew rêxistinên ku li ser ewlehiya wî welatî tehdîd in, bimînin û dê li dijî wan her çalakiyekî bike.

Li gorî Obama, eger Kongreya Amerîkayê destê wî di şerê li dijî DAIŞê vekirî bihêle dê memnûn be lê eger Kongre nehêle jî ew dikare fermana vê êrişê bide.

Barack Obama da zanîn, dê 475 leşkerên xwe bişînin Iraqê lê ew leşker dê rola şêwirmendiyê ji bo artêşa Iraqê bilîzin û yekser tevlî şer nabin.

Kurdisan û Pêşmerge qonaxeke serekî ya stratejiya Amerîkayê li dijî DAIŞê ye

Serokê Amerîkayê Barack Obama, ragihand ku ew dê di 4 qonaxan de DAIŞê ji nav bibin û qonaxên jinavbirina DAIŞê wiha eşkere kir:

*Di qonaxa yekem a şerê li dijî DAIŞê de dê operasyonên hewayî yên sîstematîk û xurt bên lidarxistin

*Di qonaxa duyem dê piştgirî û alîkariyên zêdetir ên leşkerî, fêrkarî û çekdarî bidin hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê ku niha li Iraqê li dijî DAIŞê şer dikin

*Dê çavkaniyên darayî yên DAIŞê bidin zuhakirin û nehêlin şervanên biyanî yên rêxistinê derbasî Rojhilata Navîn bin yan jê derbikevin

*Qonaxa çarem a nehîştina stratejiya Amerîkayê ya li dijî DAIŞê jî berdewambûna alîkariyên mirovî bo koçber û penaberên ku ji ber DAIŞê û rêxistinên din ên terorîstî ji mal û warê xwe reviyane.
Rûdaw