Serrûpel Nûçe Pêşmerge sibe wê biçin Kobanî

Pêşmerge sibe wê biçin Kobanî

Belav bike

Wê îro pêşmergeyên Kurdistanê di ser axa bakurê Kurdistanê re derbasî rojavayê Kurdistanê bibin û biçin Kobanî

Kerwanê pêşmergeyan wê di sînorê Îbrahîm Xelîl re derbas bibin. Piştre wê biçin CIzîrê, ji Cizîrê wê biçin Nisêbînê, ji wir wê biçin Wêranşarê û ji Wêranşarê wê biçin Ruha û ji wê derê wê biçin Kobanî û wê di derriyê Kobanî-Mirşid Pinar re derbasî nava bajarê Kobanî bibin…

Hat zanîn ku ew hêza Pêşmerge ya dê biçe Kobanî, dê sibê (27ê Cotmehê) ber bi Kobanî ve birê bikeve.

Biryar bû hêzên Pêşmerge îro ber bi kobanî ve birê bikevin lê li gorî ku fermandeyên Hêza Piştevaniyê ya Yekem ji Rûdawê re gotin, hêzên Pêşmerge dê sibê herin Kobanî.

Li gorî agahiyên Rûdawê, ew pêşmergeyên ku dê biçin Kobanî çek û pêdiviyên leşkerî yên nû wergirtine û ji bo çûyînê amade ne lê ji ber hinek arîşeyên teknîkî ku girêdayî rêdayînê ne, çûyîna pêşmerge bo Kobanî ma sibê.

Yek ji fermandeyên pêşmerge ku diçe Kobanî, ji Rûdawê re got, me hemûyan çek, pêdivî û kincên nû wergirtiye ku hemû nû û amerîkî ne.

Wî fermandeyî behsa wan çekan jî ku dê bi xwe re bibin Kobanî, kir û got, emê hinek çekên giran xwe bi re bibin Kobanî mîna Katyûşa, Reşaşa amerîkî, topên 120 mm, 155 mm, 57 mm, 81 mm û 82 mm her wiha hinek çekên din.

Li gorî wî fermandeyî, ew pêşmergeyên ku dê herin Kobanî hemû mêrxas û xwedan ezmûn in û amadehiyê wan di asta herî bilind de ye.

Çûyîna hêzên Pêşmerge bo Kobanî bi fermana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û rizamendiya Parlamentoya Kurdistanê ye. Ev yek li ser rizamendiya Amerîka, û Tirkiyeyê hatiye organîzekirin. Rûdaw