Serrûpel Nûçe Pêşmerge û YPG riya DAIŞ qut kirin

Pêşmerge û YPG riya DAIŞ qut kirin

Belav bike

Li çavkaniyên nava Kobanî, şervanên YPGê bi piştevaniya Hêzên Pêşmerge karîn rêya sereke li taxa Kaniya Kurdan a bajarê Kobanî bixin destê xwe, ku di wê riyê re alîkarî û piştevanî ji çekdarên DAIŞê re dihatin nav Kobanî.

Di wê operasyona ku şervanên YPGê pêk anîne û Hêzên Pêşmerge bi lêdana topan piştevaniya wan kirine, hejmareke otomobîlên DAIŞê hatine têk birin û 16 çekdarên wan kuştine û piştre destê xwe danîne ser rêya sereke ya gihîştina alîkariyan bo DAIŞê.

Çekdarên DAIŞê berê bi rêya parêzgeha Reqayê çek û alîkarî û piştevanî ji çekdarên li Kobanî re dişand. Rûdaw