Serrûpel Nûçe Şengalê nakokî xist nava serkirdeyên PKK

Şengalê nakokî xist nava serkirdeyên PKK

Belav bike

Di vê derbarê de çavkaniyeke taybet ji BasNewsê re got: ‘’Cemîl Bayik û Duran Kalkan hêzeke zêde ya gerîlayên PKK’ê ji bo beşdarbûna operasyona rizgarkirina Şengalê xistine amadebaşiyê; hevserokê berê yê KCK’ê Murat Karayilan jî nerazîbûna xwe pêşan daye û li dijî wê biryarê rawestiya ye.’‘

Heman Çavkanî wiha axifî: ‘’Murat Karayilan ji Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik re gotiye ku divê yekîtiya nav mala Kurdî were parastin û karek neyê kirin ku partiyên Kurdistanî yên Başûrê Kurdistanê nîgeran bibin û ji bo rizgarkirina Şengalê jî hêza pêwist a Pêşmergeyan amade ye.’‘

Li gor heman çavkaniyê Murat Karayilan gotiye ku divê çûna gerîlla ji bo rizgarkirina Şengalê li ser daxwaza Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî be û her dema daxwaz kir daku ji bo hevkariya Hêzên Pêşmerge biçin Şengalê wê demê biryareke wiha were nirxandin.

BasNews ji bo agahiyên zêdetir xwest ligel Murat Karayilan bikeve têkiliyê lê nikarî xwe bigihêniyê. Hêjayê gotinê ye vê dawiyê Cemîl Bayik îdîa kiribû ku Şengal beşek e ji axa İraqê û ev daxwiyaniya han jî bû sedema nerazîbûna aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê.Nûwar Feqê/Bas

Piştî ku Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik hejmareke zêde ya çekdarên PKK’ê xistin rewşa amadebaşiyê daku biçin Şengalê, li Qendîlê nakokî ket navbera hejmarek serkirdeyên PKK’ê.

Di vê derbarê de çavkaniyeke taybet ji BasNewsê re got: ‘’Cemîl Bayik û Duran Kalkan hêzeke zêde ya gerîlayên PKK’ê ji bo beşdarbûna operasyona rizgarkirina Şengalê xistine amadebaşiyê; hevserokê berê yê KCK’ê Murat Karayilan jî nerazîbûna xwe pêşan daye û li dijî wê biryarê rawestiya ye.’‘

Heman Çavkanî wiha axifî: ‘’Murat Karayilan ji Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik re gotiye ku divê yekîtiya nav mala Kurdî were parastin û karek neyê kirin ku partiyên Kurdistanî yên Başûrê Kurdistanê nîgeran bibin û ji bo rizgarkirina Şengalê jî hêza pêwist a Pêşmergeyan amade ye.’‘

Li gor heman çavkaniyê Murat Karayilan gotiye ku divê çûna gerîlla ji bo rizgarkirina Şengalê li ser daxwaza Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî be û her dema daxwaz kir daku ji bo hevkariya Hêzên Pêşmerge biçin Şengalê wê demê biryareke wiha were nirxandin.

BasNews ji bo agahiyên zêdetir xwest ligel Murat Karayilan bikeve têkiliyê lê nikarî xwe bigihêniyê. Hêjayê gotinê ye vê dawiyê Cemîl Bayik îdîa kiribû ku Şengal beşek e ji axa İraqê û ev daxwiyaniya han jî bû sedema nerazîbûna aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê.Nûwar Feqê/Bas – See more at: http://www.rojevakurd.com/politik/17323-ber-engal-nakok-ket-nav-serkirdeyn-PKK.html#sthash.9ZiW1Cer.dpuf