Nêçîrvan Barzanî geriyanek di nav bajarê Zumar de kir û sedana baregayê komîteya Zumar ya Partiya Demokrata Kurdistanê û komîteya Zumar ya Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê kir ku baregayên her du partiyan piştî azadkirina Zumar ji aliyê pêşmergeyê Kurdistanê ve li bajêr hatine vekirin û heta nuha tu partiyên din baregayên xwe venekirine. Serokwezîrê Kurdistanê digel berprisên Partî û Yekêtiyê behsa rewşa deverê, vegeriyana koçberan bo deverên azadkirî, pêdawîstî û xizmetgozarî bo malbatên vedigerin ser mal û milkên xwe û bi taybetî behsa pirsgirêka karebê û çareserkirina wê hat kirin.
Serokwezîr ragehnad ku, ew dê aliyên peywendîdar raspêre heta bi zûrtirîn dem kar li ser çareserkirina pirsgirkan bikin û xizmetgozariyan pêşkeş bikin.
Paşî, Nêçîrvan Barzanî serdana desteya Nefta Nînewa û kompaniya Nefta bakur li Eynzala kir û di dîdarekê de digel berpirs û serperiştiyarên desteyê û kompaniyayê de rewşa deverê, kar û çewaniya parastina wan saziyan, piştî ji bin destê DAÎŞ tên azad kirin, hat kirin