Serrûpel Nûçe Hîn jî 3000 jinên Êzîdî li cem DAIŞ in!

Hîn jî 3000 jinên Êzîdî li cem DAIŞ in!

Belav bike

Duh Çarşemê, 07.01.2015`an, şandeke Kurdên Êzdî ku nûneratiya Destpêşxeriya Êzdiyan li Cîhanê dike, serdana Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm kir û di hevdîtinê de, wê şandê behsa çalakiyên xwe yên piştî bûyerên dagîrkirina navçeyên Kurdên Êzdî ji aliyê çekdarên DAIŞ`ê ve û rewşa xirab a jinên Kurdên Êzdî li cem wî grûpî kirin.

Şanda Kurdên Êzdî behsa rewşa derbiderên Kurdên Êzdî jî kirin û di vê derbarê de, spasiya  Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm li ser girîngîdana wî bi rewşa derbideran bi giştî û ya Êzdiyan bi taybetî kirin.

Ji aliyê xwe ve, Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm amaje bi wê yekê kiriye ku, girînge hemû hewil bên kirin û amadekirî ji bo rigarkirina Çiyayê Şingalê û navçeyên derdora  hatine kirin û daxuyaniya Serokomar amaje bi wê yekê dike ku, Serokomar bi berdewamî rewşa Kurdên Êzdî dişopîne û rewşa wan bi tirajedyayê aniye ziman ku, Êzdî di dirêjahiya dîrokê de hatine serkutkirin, lê ya niha DAIŞ`ê dike ji hemûyan xirabtire.

Herwiha Mehsûm tekez jî kir ku“ Divê jinên dîlên Êzdî û paqijkirina navçeyê ji çekdarên DAIŞ`ê û parastina Êzdiyan were kirin û navçeya Şinagalê ji nûve were avakirin, daku şêniyê wê vegerin warên xwe. (BAS)