Ji Marksîstan heya oldarên misilman hemû, wan tegehan bi wateyeke girîng bi kar tînin. Di çavkaniya olî de, “şehîd nemir e”, giyana wî di bihuştê de jiyana xwe berdewam dike, ji ber ku wî/wê di “dozeke pîroz” de canê xwe daye.
“Doza pîroz”
Pîvanên wê çi ne? Ji ber ku di şer de her kes ji windayî xwe re dibêje “şehîd”. Em gellek dûr neçin, Îran û Iraqê mîlyonek însan ji hev kuştin. Herdu aliyan jî ji yên xwe re digotin şehîd. Tirk ji miriyên xwe yên şer re dibêjin şehîd, ji yên me re jî “terorîst”. Heya ku serokên dezgeha diyaneta wan, peyam û fitûyên wisa didin. Seddam bi ayetên Kuranê nîjadkujiya Enfalê kiribû. Îran îro bi tawanbariya “neyartiya Xwedê” xortên kurd dadileqînê. DAIŞ jî heman bedkariyê dike, hovîtiya xwe diparêze sedemên olî, payeya şehîdiyê dide kujerên xwe.
Hûnê bêjin, çima hewqas tevlîhevî? Di şer de yê mafdar şehîd e, yê êrîşkar û tecawizkar kuştin heq kiriye û ciyê wî dojeh e. Ji bo me Kurdan mijar weke reş û spî fesîh e. Em erd, çand, dîrok, hebûn û namûsa xwe diparêzin. Qurbaniyên me şehîd in, şervanên me leheng in.
Xayîntî jî beşeke wê konseptê ye, ew weke cêwî bi lehengiyê ve zeliqîye. Desthilatên serdest, serî li her rêyê didin, da ku hejmara hevkaran, sîxuran, cehşan û nokeran zêde bikin. Ên li himberî dozeke mafdar, hevkariya êrîşkaran dikin û dibin navgîna destdirêjahî, kuştin û rûxandina hêjahiyên netewî, gotina xayîntiyê bi zêdeyî heq dikin. Heya ku ew noker, serê şervanên kurd jî jê dikin. Ew xayîn, di wijdana me de hatine şermezarkirin û cezakirin. Em di wê bendewariyê de ne, ku rayedarên kurd li ser sozên xwe bisekinin û cezayê wan xayînan bidin wan.
Lê yên din?
Yên ji ber nebûna bingeha demokratîk û ji ber ramana xwe ya dijber hatine kuştin, hene.
Yên ji ber şahidbûna hovîtiyan jiyana xwe jidestdayî, hene.
Yên bûne qurbaniyên hingof û çewtbaweriyên bîrdozî, polîtîk û rêxistinî, gellek in.
Yên ji ber têkiliya evînî hatine kuştin, gellek in.
Yên qurbaniyên bêbextiyan, ne hindik in.
Yên ji giraniya şert û mercan westiyayî û bi wî sedemî cane xwe dayî, gellek in.
Yên bi sûcdariyên xeyalî hatine kuştin, hene.
Yên bêyî lêkolîn û tenê li ser şikekê jiyana xwe windakirî, ne kêm in.
Yên ne ji ber nexweşiyê, lê ji ber weke bardîtina nexweşiyê jiyana xwe ji dest dayî, hene.
Yên bûyî qurbaniyên hêrsa fermandar û rayedaran, gellek in.
Yên ji ber dijberiya polîtîkaya xelet jiyana xwe ji dest dayî, nayên hejmartin…
Hejmar?
Li vir mijar, ne hejmar e. Ji ber ku binpêkirina mafan, bi kesî dest pê dike. Parastina mafên bingehîn jî, ji yên kesî dest pê dike. Yê li himberî binpêkirina mafên kesî dengê xwe derneyne, ji bo yên girseyî jî dernayne. Dîsa jî heke ile hejmarek pêwîst be, ew ji dehan û sedan gellek borîye.
Hûnê bêjin, ew windayî jî berdêleke têkoşîna azadiyê ne. Ne, em nikarin dijwarî û zehmetiyan, bikin mehneya karesateke wisa mezin. Sedem; hingofên bîrdozî û rêxistinî ne. Sedem; di derbara pîrozahiya jiyanê de hestyarî û rêzgirtina me qet tineye.
Hûnê bêjin, ma dema wê ye? Erê, tam dema wê ye, heya ku em dereng jî mane. Ew êş û barekî wisa ye, ku ji zû ve ziviriye birîneke civakî û bi lezgînî pêdiviya wê bi tevdîrstandinê, cebirandinê û sererastkirinê heye. Wekî em qala aştiyê, demokrasiyê, “komîsyona eşkerekirina rastiyan”… dikin, çima em ji mala xwe, ji ya girîngtirin dest pê nakin?
Roja şehîd û lehengan
Li Bakur rojên dawiya Adarê, hefteya şehîd û lehengan e. Bûyereke di ciyê xwe de ye. Gund û bajar, malbat, xizm û cîran… êş di dil de, lê bi serfirazî şehîdên xwe bi bîr tînin. Navên wan didin qad û kolanan, bîrdariyan ji bo wan diçikênin, goristan û ziyaretan didamezrînin. Ew hêjahî her bibîranîn û pesndariyê ne, wan bi ked û xwîna xwe xaka Kurdistanê xemilandine, rêya azadiyê ronî kirine.
Li beşên din jî rojên bîranîna şehîdan hene. Bi awayekî divê ew roj bibin yek û bibin rojên hevpar ên netewî.
Lê yên di bîranînan de dilşikestî jî, qet ne hindik in. Ew, wêneyên zarok û xizmên xwe nabînin. Ew dixwazin bi wan wêneyan, bi wê serfiraziyê tevlî çalakiyan bibin. Lê newêrin. Ji pirskirin û bidevkirina rastiyê ditirsin. Ji deqbûna xayintiyê ditirsin. Ji hêrsa rêxistinê, ji gef û tinazên cîranan stûxwarên rêxistinê ditirsin. Û her sal ev bûyera biêş, xwe dubare dike û her diçe êşa malbatan û barê pirsgirêkê girantir dibe.
Ka li vê konetî û neçareriyê binêrin: Her çend salan carekê rêvebirên rêxistinê, destê xwe tavêjin tûrik û navekî dikşînin, “me rûmeta filan kesî radest kir!” Ma rûmet tiştekî wisa erzan e? Ma kî ew maf daye we, ku hûn rûmeta însanan distînin û didin?
Bila her kes baş bizanibe; ew egîdên ku ked û jiyana xwe dane tekoşîna gelê xwe û bi destê hevalên xwe canê xwe dane jî, kedkar, leheng û şehîdên gelê kurd in û ew di asta yên bi fermî tên pîrozkirin de ne. Bila malbat bi şehîdên xwe yên navên wan qedexekirî, serfiraz bin. Zû an dereng, wê rastî ciye xwe bigre.
Tam dema wê ye ku partiya mijarê bûyerê, bi hezaran lehengên bênav şehîd îlan bike. Divê ne ji bo tezên teretûre yê Îmraliyê, lê ji bo vê pirsê, civîneke awarte bi dar bixe. Divê qedera wan lehengên bênav û bêgor, eşkere bike û xebata xwe bi malbatan re parve bike. Ji ber ku bi taybetî di vê serdemê de, pêdiviya me kurdan li hevhatin û xweşbîniya navxweyî heye. Û hişyarî: Mirov nizane, ka wê bûyer çawa biteqe. Heke gav neyê avêtin, dibê yên di ciyê berpirsiyariyê de, di bin de bimînin.
Şermiyeke din; cîran û civak rastiyê baş zanin, lê ji tirsa axayên rêxistinê newêrin wan malbatan û şehîdên wan hembêz bikin. Ev, rûreşî ye.
Wê malbat li wan biborin? Ez nikarim li ser navê wan biaxifim, lê ez dikarim bêjim ku wê helwesta malbatan, ji wan têgihiştîtir be. (Rûdaw)