Serrûpel Nûçe Tenduristiya Barzanî gelekî baş e

Tenduristiya Barzanî gelekî baş e

Belav bike


Piştî belavbûna nûçeyek li hinek ji sazî û dezgehên ragihandinê ya di derbarê bi necêgîrbûna rewşa tendirustiya birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, bi pêwîstî dizanîn ji bo raya giştî rabigihînîn ku rewşa tendirustiya birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê gelek başe û tu kêşeyekî rêzdar ya tendirustiyê tûneye, û îro (02/04/2015) rêzdar beşdarî li rêwresma vekirina (Pêşangeha Navdewletiya Hewlêrê ya Pertukan) kiriye lê belê bi sedema tûşbûna bi nexweşiya (helamet) û girifta li derbirîna dengê, nekariye li rewresmê da gotar pêşkêş bike.

Her wiha birêz Serokê Dezgeha (El Meda) ya ji bo ragihandin û rewşenbîrî û hunerî li gotarek da balkişandiye li ser vê babetê.

Li dawiyê de dûbare tekez dikin ku spas ji bo xwedayê mezin û dilovan ku rewşa tendirustiya birêz Serok Barzanî gelek başe.

Fuad Husên

Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê

02/04/2015