Serrûpel Nûçe Bi mîlyona Dolar ji Bexdayê wergirtine

Bi mîlyona Dolar ji Bexdayê wergirtine

Belav bike


Endamê Komîta Asayiş û Bergiriya Parlementoya Iraqê “Şaxewan Ebdulah” seet 8 Îro 11 Nîsanê li ser erkanê Zagros TV ragihand ku, di meha 11 sala 2014 de di Komîta Asayiş û Bergiriya Parlementoya Iraqê de mevandariya Serokatiya Milîsên Şîa (Heşda Şabî) hate kirin, di wê mêvandariyê de serokê Heşda Şabî eşkere kirye ku bêtir ji 2 milyar dînar ji bo pêkhatina hêzekê bi navê Heşda Şabî li Herêma kurdistanê avabike xerickiriye, lê wê demê me xwest em nasbikin lê ji me re negotin û mejî nizanîbû ku Heyder Şeşo bi wî karî radibe.

Hewiha got jî: “Wê dema ku me dixwest em wan kesan nasbikin bê kî ne, endamên Parlementoya Iraqê li ser lîsta Yekitiya Niştimanî Kurdistanê YNKê digotin em dixwazin nasbikin bê (Ev Xayin kiye) lê niha hinek berpirsiyarên YNKê bergiryê li Şeşo dikin”

Li gor gotina Şaxewan “Avakirina Hêzekê bi navê Heşda Şabî li Herêma Kurdistanê mebesta wê ewe ku yekrêziya Hêzên Pêşmerge têkbişkînin li devera Badînan heta bi Hewlêrê û ev kar bi alîkariya hin hêzên Herêmî têkirin”

Di heyamê derbasbûyî de Heyder Şeşo ji aliyê Hêzn Asayişa Herêma Kurdistanê hatibû girtin bi sedema avakirina hêzekî ji dervî Wezareta Pêşmergeyên Kurdistanê, ew hêz bi ser Heşda Şabî veye û Bexdayê alîkariya wê dike. Bas