Bi boneya 117. salvegera rojnamegeriya kurdî, li Hewlêrê merasîmek ji aliyê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê - Sûriyê ve hate li darxistin.
Di konferansê de, ku hejmareke mezin ji xelkê beşdar bû, 40 rojiya wefata neqîbê Sendîkayê Ciwan Mîranî jî hate bi bîranîn.
Di dawiya merasîmê de, rojnamefan Dilbixwîn Dara bi xelata Sendîkayê ya Ciwan Mîranî hate xelatkirin. Xelat ji aliyê kurê helbestvanê Kurd yê navdar Kusro Cegerxwîn ve hate pêşkêşkirin.